Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, 21 rojnamegerên ku li Amedê di 8ê Hezîranê roja Çarşemê de hatibûn desteserkirin xistiye rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDPê Meral Daniş-Beştaş ji bo bibersivîne pirsiyarname pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdagî kiriye. Daniş-Beştaşê di pirsiyarnameyê de gotiye, “rojnameger ji ber dozên ku der barê wan de hatine vekirin eşkere di bin zextên edlî de ne”. Beştaşê ji Bozdagî pirsiye ku “Rojnameger ji ber çi desteserkirî ne?”
Daniş Beştaşê bibîr xistiye kul i ser dosyeyên Hevserokê DFG Serdar Altan, Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtorê JINNEWSê Gulşen Koçuk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aziz Oruç û rojnamevan Mehmet Alî Ertaş, Kadîr Bayram, Lezgin Akdeniz, Abdurrahman Çemeralç, Mehmet Yûncû, Mehmet Sumer Yûç. Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatorak, Esmer Tunç, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Mazlum Dogan Guler, Elîf Ûngûr, Îbrahîm Koyuncu û Remziye Temel di nav wan de biryara nepenîtiyê heye.(RT/AY)