Rojnameger li Kadikoyê ji bo hempîşeyên xwe yên desteserkirî civiyan
Rojnamegeran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku “Desthilatdar çi dema ku rê li ber wan teng dibe êrîşî Kurdan, çapemeniya kurdan dikin. Bi salan e bi rengekî rêkûpêk çapemeniya kurdan tê desteserkirin, girtin, dozên girtinê li wan vedibin, tên sansurkirin.”