Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. Rojnamegeran qebûl nekirine ku li emniyetê îfadeyê bidin.
10 rojnamegerên ku 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên girtin diyar kirine ku ew ê li dijî tundiya polîsan a di serdegirtina malan de dest pê kiriye û di desteserkirinê de berdewam kiriye îfadeyê nedin. Xwestine ku îfadeyê wan li dozgeriyê bê girtin.
Li bendê ne ku îro rojnamegeran sewqî edliyeyê bikin.
Bixwîne- Di encama serdegirtinan de 12 rojnameger hatine desteserkirin
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin.
2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû.
Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye.
Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye.
Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye.
Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin.
Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin.(HA/AY)