Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rojnameger Ûmût Yaygir û Ozcan Saraçê ku li Ereglî, navçeya Konyayê xwediyê malperekî înternetê ya herêmî ne dema li navenda navçeyê li xwaringeheke xwarinê dixwin rastî êrişa komekî hatine. Hatiye îddiakirin ku koma êrişî wan kirine ulkucî ne. Piştî êrişê rojnamegerên ku hatine derpkirin ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Ereglî yê.
Li gorî nûçeya ku li Sozcuyê weşiya ye rojnamegeran destnîşan kirine ku di nav koma ku ji 10-15 kesan pêk hatine de serokê Ulku Ocaklarî yê Eregliyê jî hebûye. Her weha rojnamgeran îddia kirine ku êriş bi destê Huseyîn Oprûkçû, Şaredarê Eregliyê ku MHPyî ye hatiye kirin.
Rojnameger Ûmût Yaygir di dema dermankirinê de daxuyanî daye û weha gotiye:
“Em îro rastî êrişeke hovane hatin. Ti pirsgirêkên me yên cidî yên tenduristiyê nîne, lê belê ji ber derbên ku li laşen me xistine, divê em demekê di bin çavdêriyê de bin.”
“Faîlên êrişê diyar in. Em ji aliyê Ulku Ocaklariyê ve rastî êrîşê hatin. Ferman ji aliyê kê ve hatiye dayîn em wî ji teqdîra gele xwe re dihêlin. Divê her kes zanibe ku ji bo parastina gelê Eregliyê eger pêwîstî pê hebe em ê canê xwe bidin, lê em ê ji vê rêyê venegerin."
Rojnameger Ozcan Saraçî jî diyar kiriye ku gef li rojnamegerên din tê xwarin û weha gotiye:
“Em wek rojnamegerên ku karên xwe dikin, îro dema ku min bi Rojnameger Umut Yaygır re li restoranteke xwarin dixwar, Serokê Ulku Ocaklari û Alîkarê Serok di nav de komeke ku ji 10-15 kesan pêk dihat êrişî me kirin.”
Rojnameger Ozcan Saraçî di Kanûna Pêşiya Borî de dema ku di rê de dimeşe rastî êrişa bi kulman ya Hasan Yazar, Alîkarê Serokê Navçeya Eregliyê yê MHPê hatibû.
(HA/AY)