Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziyên rojnamegeriyê li dijî desteserkirina 18 rojnamegeran, li daxuyanî dane.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiğe: “Bi desteserkirina rojnamegeran dixwazin rastiyê veşêrin.
DİYARBAKIR'DA GÖZALTINA ALINAN GAZETECİLERE İLİŞKİN MESLEKTAŞLARI TARAFINDAN AÇIKLAMA YAPILIYOR https://t.co/zALgJlk7ta
— Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) June 8, 2022
Bixwîne - Polîsan li Amedê hejmarek rojnameger desteser kirine
“Pêvajo ne hiqûqî ye”
Komeleya Rojnamegeran a Hemdem (ÇGD) di mesaja xwe de gotiye: “Beriya ku qanûna sansurê ya li ser çapemeniyê ya desthilatê li Civata Giştî ya Parlamentoyê were nîqaşkirin, zext û zorên li ser rojnamegeran zede bûn. Pêvajoya desteserkirina 16 hempîşeyên me li Amedê û astengkirina wan a hevdîtinê ne hiqûqî ye.”
“Rojnamegerî ne sûc e”
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS): “Li Amedê di saetên sibehê de di encama serdegirtina malan de gelek rojnameger hatin desteserkirin. Zor û zext wê nikaribin rojnamegeran tirsine.”
Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Matbaayan a Tirkieyeyê ya DISKê (BASIN ÎŞ), navên rojnamegerên ku hatine desteserkirin nivîsandiye û gotiye: “Êdî bes e, destê xwe ji rojnamegerên kurd vekişînin. Demildest dest ji vê pêla operasyon û lêpirsînan berdin. Em piştgirên hevalên xwe û rojnamegeriyê ne û em dibêjin #RojnamegerîNeSûce û em dibêjin ku vê bangê xurt bikin.”
“Sedem ne diyar e”
Înîsiyatîfa Tu Agahdar î: “Li Amedê di saetên sibehê de di encama serdegirtinan de 16 rojnameger hatin desteserkirin. Di nava wan de Hevserokê Giştî yê DFGyê Serdar Altan jî heye. Sedem ne diyar e. Ji bo piştevaniyê em bang li rêxistinên pîşeyî û parazvanên azadiya çapemeniyê dikin.”
“Rojnamegeran serbest bikin”
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ): “Hate zanîn ku 6 jê jin, li ser hev hejmara rojnamegerên hatine desteserkirin, gihîştiye 16an. Rojnameger #ElifUngur jî di nava kesên desteserkirî de ye. Tê gotin ku dibe hejmara desteserkiriyan zêde bibe. Bila rojnamegeran demeldest serbest bikin.” (TY/FD)