Rojnamegerên girtî di rojeva meclîsê de ne: “Di 8 mehan de 27 rojnameger hatine girtin”
Sevîn Coşkûn, Parlamentera Mûşê ya HDPê di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê de bal kişandiye ser rewşa nûçegîhanên girtî yên JinNews û Ajansa Mezopotamyayê û gotiye, “Rojnameger tevî hemû zextan di bin her şert û mercî de wê rastiyan binivisînin.”