Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 25ê Nîsanê de li Amedê Mehmet Şah Orûç, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê bi rojnamegerên din re hatibû desteserkirin. Dozgeriyê derbarê wî de îddianame amade kiriye.
Îddianame ji 63 rûpelan pêk hatiye. Dozgeriyê di îddianameyê de bi iddiaya ku Orûç, “endamê rêxistinê ye û propagandaya rêxistinê kiriye” xwestiye bi 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê were cezakirin. 35 nûçeyên Orûç jî weke delîl nîşan daye.
2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê îddîaname qebûl kiriye û wê ji bo danişîna destpêkê dîrokê aşkere bike.
Di 5 rûpelên destpêkê yên îdianameyê de pênaseya PKK/KCKê” hatiye kirin. Di beşên din ên îdianmeyê de îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên derbarê xebatên rojnamevaniyê yên Orûç de û 35 nûçe cih girtin. Di îdîanemeyê de hat gotin ku nûçeyên bi îmze yên Oruç ên di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hatine weşandin "tên lêpirsînkirin." Şahidê vekirî Umît Akbiyik weke ku agahiyeke veşartî be diyar kir ku Orûç di MAyê de dixebite û îdia kir ku ji malperên wekî ANFê û Nûçe Ciwan re jî nûçe şandine.
Di berdewama îdianameyê de hatiye îdiakirin ku nûçeyên Orûç çêkirine “di çarçoveya hedefên rêxistinê de hatine çêkirin û ji rêxistinê re xizmetê dikin”. Di encama îdianameyê de jî hate îdiakirin ku Orûç sûcên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” kiriye û derbarê wî de 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatiye xwestin. (HA/AY)