Li Wanê polîsan bi ser ofîsa MAyê de girtiye
Polîsan li Wanê bi ser ofîsa Ajansa Mezopotamyayê de girtiye. 4 rojnameger hatine desteserkirin.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Wanê di saetên sibehê de bi ser ofîsa Ajansa Mezopotamyayê (MA) û malên rojnamegeran de girtine. Polîs çûne malên nûçegihanên MAyê û JinNewsê.
Di encama serdegirtinan de polîsan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihanên MAyê û Şehrîban Abî û Nazan Sala, nûçegîhanên JinNewsê desteser kirine.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan dest danîne ser kamera û kelûpelên teknîkî yên rojnamegeran.
Nûçeya kesên ji helîkopterê hatine avêtin çêkiribû
Rojnameger Cemîl Ûgûrê ku hatiye desteserkirin, nûçeya Servet Tûrgût û Osman Şîbanê ji helîkopterê hatibûn avêtin, çêkiribû. Tûrgût dema li nexweşxaneyê dihate dermankirin, can dabû. (TP/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.