Fotograf: Semra Yansit / bianet
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) ji bo desteserkirina 20 jê rojnameger a 22 kesan li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Civîn li ber nûnertiya JinNewsê ya li Taxa Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê pêk hat ku polîsan avêtibû ser nûnertiyê û kelûpelên wan biribûn. Ji bilî endamên herdu saziyan, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolînên Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û çalakgerên "Nobeta Edaletê" beşdarî civînê bûn.
Rojnameger û çalakgeran di dema civînê de pankarta ku bi tirkî nivîsa "Susturamayacaksınız" (Hûn nikarin bêdeng bikin) li ser nivîsiye, hilda.
Li ser navê beşdaran rojnameger Roza Metînayê metka ku bi kurdî hatibû amadekirin, xwend. Metînayê diyar kir ku desthilata AKP-MHPyê ya bi polîtîkayên şer ên li hundir û derve, welat ber bi kortalekê vê dibe: "Ev demeke dirêj e her aliyên civakê bi çoye darazê hewl dide bêdeng bihêle, biçewisîne û bitirsîne. Aliyên ku li dijî şer, tundî û zextan li berxwe didin dike hedef. Rojnamegerên dibin dengê kesên li dijî şer, zext, tundiyê aştiyê û azadiyê diparêzin û polîtîkayên iktidare teşhîr dikin jî bi van zextan rû bi rû dimînin.
"Dixwazin çapemeniya azad bêdeng bike"
Metînayê di dewama axavtina xwe de diyar kir ku 20 jê rojnameger, 22 kes 7 roj in desteserkirî ne lê ew nizanin sedema desteserkirinê çi ye. Roza Metînayê diyar kir ku "desthilat dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike û rojnameger nexebitin. "
Roza Metînaê di dewama axavtinê de got ku desthilar ji rojnamegerên jin ên kurd ditirse:
Oncel: "Êrîşa li ser çapemeniya kurd ne nû ye"
*Arjîn Oncel - Fotograf: Semra Yansit / bianet
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Oncelê jî ji bianetê re got ku ew nizanin hevalê wan bi çi tawanê hatine desteserkirin:
"Nîna jî em nizanin bi çi tên sûcdarkirin. Lê belê me ji nûçeyên hin organên medyayê fêm kir ku bi tawana xebatên rojnamegeriyê hatine desteserkirin. Ji aliyekî ve êrîşa li ser Herêma Federal a Kurdistanê ya bi hevkariya PDKyê, ji aliyê din ve sînyalên êrîşa li dijî Rojavayê, ji aliyekî kuştina jinan bi polîtîkayên mêtîngeriyê yên AKPyê...
"Ji bo polîtîkayên qirêj ên hikûmetê ji raya giştî veşêrin, hewl didin dengê me bibirin. Lê em destûrê nadin vê yekê. Em hêvî dikin ku hevalên me bên berdan. Em dixwazin demildest bên berdan, êrîşa li ser çapemeniya Kurd ne nû ye, têkoşîn jî bi qasî berê ye, em ê vî pîşeyî bidomînin." (SY/FD)