TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 472
131 organên medyayê hatine girtin
Bi biryarnameya 2. a Rewşa Awarte 131 organên(desgehên) medyayê, 3 ajans, 16 televizyon, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar û 29 weşanxane hatine girtin.
28 Tîrmeh 2016
General û amîralên hatîn girtin li kû derê kar dikirin?
Ji ber hewildana derbeya 15ê Tîrmehê 134 general û amîralên li 44 bajaran kar dikirin hatine girtin.
27 Tîrmeh 2016
Girtiya nexweş Sibel Çapraz nehat tehliyekirin
Rûniştina doza Sibel Çapraza ku li Colemêrgê di çalakiyên dengderxistinê de birîndar bûbû û heta niha 15 car hatiye ameliyatkirin îro hat dîtin. Sibel Çaprazê ku dê 4 carên din jî were ameliyatkirin jî dîsa ji hêla dadgehê ve nehat berdan.
27 Tîrmeh 2016
Ala: Ji ber hewildana derbekirinê 8113 kes hatine girtin
Wezîrê karên navxweyî hejmara wan kesên ji ber hewildana derbeya 15ê Tîrmehê hatîn girtin û desteserkirin eşkere kir.
27 Tîrmeh 2016
TSK: 8 hezar û 651 xebatkarên TSKyê tevli hewldana derbekirinê bûn
Sererkaniya Tirkiyeyê (TSK) bi daxuyaniyeke ragihand ku 8 hezar û 651 leşker û xebatkarên TSKyê tevli hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bûne û 35 balafir, 37 helîkopter, 74 tank, 172 wesayîtên zirxî û 3 keştiyan bikar anîne.
27 Tîrmeh 2016
Malperên DIHA û Ozgûr Gûndemê hatine astengkirin
Îsal malpera DIHAyê bû cara 43. ku hat astengkirin malpera Ozgûr Gûndemê jî bû cara 2. ku hat girtin.
27 Tîrmeh 2016
Eren Keskîn: Çêkirina Goristana Xayînan li dijî mafê binaxkirinê ye
Eren Keskîna parêzer û mafparêz ji bianetê re got mafê binaxkirinê mafekê mirovan e û nayê qebûlkirin ku ‘’goristana xayînan’’ hebe.
27 Tîrmeh 2016
Li Qamişloyê êrişa bombeyî: Bi dehan kuştî û birîndar hene
Li bajarê Qamişloyê bi kamyoneke bomberkarî êriş hat kirin û di encamê de bi deha welatiyên sivîl hatin qetilkirin û gelek birîdar jî hene.
27 Tîrmeh 2016
HDPê ji bo Ocalan name ji CPTê re şand
Hevserokên Giştî yên HDPê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş ji Komîteya Dijî Îşkence ya Ewropayê (CPT) re name şand ku demildesr bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
27 Tîrmeh 2016
Polîsan Bûlent Mumayê rojnameger desteser kir
Bulent Mumay yek ji 42 rojnamegeran e ku Serdozgeriya Stenbolê biryara desteserkirina wan daye, polîsan şeva dî Mumay li mala wî desteser kir.
27 Tîrmeh 2016
Derbarê 47 rojnamegerên Zamanê yên berê de biryara binçavkirinê hat dayîn
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbekirinê de derbarê 47 kesên ku rêvebir, niviskar û xebatkarên rojnameya Zamanê yên berê de biryara binçavkirinê hat dayîn û di encama operasyonên heta niha pêk hatiye de Şahin Alpay hat binçavkirin.
27 Tîrmeh 2016
Bahçelî: MHP amade ye rêyek nû bide ber xwe
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Devlet Bahçeli jî îro li meclisê li komcivîna partiya xwe axivî û got ku ew ji hikumetê hêvî dike ku hikumet sûcdar û bêsûcan tevlihev neke.
26 Tîrmeh 2016
Demirtaş bangî hukimetê û PKKê kir
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ragihand ku divê pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike û demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin û bangî lîderên partiyan kir ku di bin banê meclisê de civînekê li dar bixin.
26 Tîrmeh 2016
Li zanîngehan girtin, binçavkirin û jikaravêtin
Di çarçoveya lêpirsînên derbarê hewldana derbekirinê de heta niha li 41 zanîngehan herî kêm 1294 xebatkarên akademiyê 323 jî karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin. 234 kes hatin binçavkirin û 8 kes jî hatin girtin.
26 Tîrmeh 2016
Erdogan dê di 9ê Tebaxê de biçe Rûsyayê
Ji dema Tirkiyeyê balafira Rûsyayê xistî ve, cara pêşiyê ye ku wezîrekê Tirkiyeyê çû Rûsyayê. Cihgirê serokwezîrê Tirkiyeyê, Ahmet Şîmşek çû Rûsyayê û diyar kir serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî dê di 9ê tebaxê de biçe Rûsyayê.
26 Tîrmeh 2016
Yuksekdag: Cihê diyalogê ne qesr e, meclis e
Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag got: ‘Me dît ku girseyên ku li dijî derbekirinê derketine qadan, derbekirineke din bikin. Eger bo herkesê garantiya demokrasiyê neyê dayîn, ew kom û girseyana ber bi hêzeke derbekirinê ve xwe pêş bixin.’
26 Tîrmeh 2016
Bi êrîşa li ser Bendava Farqînê leşkerek mir
Li navçeya Farqînê ya Amedê li ser leşkerên parastina bendavê bi rokêtan êrîş hat kirin, leşkerek bi êrîşê mir.
26 Tîrmeh 2016
Huseyin Avni Mutlu hat binçavkirin
Waliyê Stenbolê yê berê Huseyin Avni Mutlu hat binçavkirin. Mutlu piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbekirinê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.
26 Tîrmeh 2016
Polîsan Nazli Ilicak desteser kir
Serdozgerîya Stenbolê ji bo lêpirsîna Cimaeta Fethullahî biryara desteserkirina 42 rojnamegeran dabû, Nazli Ilicak yek ji wan rojnamegeran bû û polîsan ew li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê desteser kir.
26 Tîrmeh 2016
Erdogan bi AKP, CHP û MHPê re hevdîtin pêk anî
Civîna Erdogan û serokên AKP, CHP û MHPê bi dawî bûn. Piştî civîna ku HDPê gazînekiribûn, ti daxuyanî jî nehat dayîn. Hat ragihandin ku Lijneya Wezîran jî wê di bin serokatiya Erdogan de wê bicive.
25 Tîrmeh 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Antalyayê 14 rojnameger hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê hewldana derbekirinê de li Antalyayê 14 rojnameger hatin binçavkirin.
25 Tîrmeh 2016
Pêvajoya desteserkirina Orhan Kemal Cengîzî
Orhan Kemal Cengîzê dadnas û rojnameger, pêvajoya desteserkirina xwe, şêweyê desteserkirinê û pêvajoya çûna dozgeriyê ji bianetê re got.
25 Tîrmeh 2016
Li Dadgeha Bilind û Dadgeha Şêwirmendiyê 342 endamên nû hatin wezîfedarkirin
Di encama dengdana îro ku li Lijneya Giştî yê HSYKê pêk hat de 267 kes li Dadgeha Bilind, 75 kes jî li Dadgeha Şêwirmendiyê hatin wezîfedarkirin.
25 Tîrmeh 2016
Demirtaş: Lihevkirina 3 partiyan pirsgirêkê çareser nake
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê hevdîtina ku Erdogan gazî HDPê nekiribû de got: ‘Gazînekirina partiya nûnerê girseya ku di nav civakê de pirsgirêka sereke dijî nîşanê me dide ku li Tirkiyeyê pirsgirêk wisa hêsanî çareser nabe.’
25 Tîrmeh 2016
Walîtîya Mêrdînê, li hin taxên Nisêbînê qedexeya derketina derve rakir
Ji 14ê Adarê ve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derketina derve qedexe ye, Walîtîya Mêrdînê da zanîn ku walîtîyê ji bilî şeş taxan qedexeya derketina derve ya Nisêbînê rakiriye. Li cihên qedexe lê hatîn rakirin jî dê 30 rojan di navbera sietên 21:00 û 05:00ê de, derketina derve qedexe be.
25 Tîrmeh 2016
Polîsan 31 akademîsyen desteser kirine
Polîsan, ji bo lêpirsîna derbeya 15ê Tîrmehê li 5 bajaran 31 akademîsyen desteser kirine.
25 Tîrmeh 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Serokomar çima gazî HDPê nekir?
Serokomar Erdoganî ji bo hevdîtinê gazî 3 partiyên di meclisê ne kir, lê gazî HDPê nekir. Parlementerê HDPê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu sedema gazînekirina HDPê de got: ‘Ev hewldana sînorkirina rejîma nû ye.’
25 Tîrmeh 2016
Li dijî Fermandariya Akademiya Herbkirinê operasyon: 40 kes hatin binçavkirin
Piştî hewldana derbekirinê ev cara duyeme ku li dijî Fermandariya Akademiya Herbkirinê operasyon tê kirin. Di encama operasyona îro de 40 kes hatin binçavkirin.
25 Tîrmeh 2016
Serdozgeriyê biryar daye 42 rojnamegeran desteser bike
Serdozgeriyê ji bo lêpirsîna derbeya 15ê Tîrmehê biryar daye 42 rojnamegeran desteser bike, Nazli Ilicak jî yek ji wan rojnamegeran e.
25 Tîrmeh 2016
Yildirim: Me hewldana derbekirinê ji heval û hogirên xwe bihîst
Serokwezîr Yildirim got: ‘Me destpêkirina hewldanê piştî 15 deqeyan ji parazvanên derdorên me û ji heval û hogirên xwe bihîst.’
22 Tîrmeh 2016
HDPê li dijî derbeyê çalakiya demokrasiyê li dar dixe
HDPê wê sibê li Stenbol Sultangaziyê bi durişma ‘Ji derbeyê re na, demildest demokrasî’ çalakî li dar bixe.
22 Tîrmeh 2016
Zehra Dogana rojnameger digel şêwirmendê parlamenterê HDPyê hatiye desteserkirin
Edîtora JINHAyê Zehra Dogan digel Mazlum Kavakê şêvirmendê Alî Atalanê parlamenterê HDPyê hatiye desteserkirin.
22 Tîrmeh 2016
1
...
470
471
472
473
474
...
481