Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Li bajarê Qamişloyê ya Rojava ku li hemberî navçeya Nisêbînê ye bi kamyoneke bombebarkirî li dijî welatiyên sivîl êriş hat kirin.
Heta vê demê gelek welatiyên sivîl di encama wê teqînê de canê xwe ji dest dan û hejmara birîndaran jî gelek zêde ye. Bi lezgînî bangewazî tê kirin ku ji bo birîndaran pêwistiya xwînê heye.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê teqîn îro saet 09:25an de li nêzî Navenda Asayîşa Xerbiyê ku li ser riya Amûdê yê de hatiye kirin. Li gorî agahiyan di nav kamyona bombebarkirî de gelek pez jî hebûne û bi wî awayî êrişê pêk anîne.
Hat ragihandin ku di encama teqînê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûye.
Berpirsê Karên Navxweyî yê Kantona Cizîrê Kenan Berekat got ku di encama teqînê de zêdetirî 50 kesan canê xwe ji dest dane.
(EKN/YO)