Li Dadgeha Bilind û Dadgeha Şêwirmendiyê 342 endamên nû hatin wezîfedarkirin
Di encama dengdana îro ku li Lijneya Giştî yê HSYKê pêk hat de 267 kes li Dadgeha Bilind, 75 kes jî li Dadgeha Şêwirmendiyê hatin wezîfedarkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê HSYKê û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bûn serokê dengdana Lijneya Giştî ya HSYKê û di encama wê dengdanê de endamên nû yên Dadgeha Bilind û Dadgeha Şêwirmendiyê hatin bijartin.
Di encama dengdana veşartî de 267 endamên nû ji bo li Dadgeha Bilin werin wezîfedarkirin, 75 endamên nû jî ji bo Dadgeha Şêwirmendiyê werin wezîfedarkirin, hatin bijartin.
Navê endamên bijartî yên nû ku li Dadgeha Bilin û Dadgeha Şêwirmendiyê hatin wezîfedarkirin, di rûpela fermî ya HSYKê de hat weşandin.
(BK/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.