Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Devlet Bahçeli jî îro li meclisê li komcivîna partiya xwe axivî û got ku ew ji hikumetê hêvî dike ku hikumet sûcdar û bêsûcan tevlihev neke.
Devlet Bahçeli di temamiya axavtina xwe de bi kurtasî wiha got: ‘’Li gor me OHAL(Rewşa Awarte) ne li dijî gelî ye li dijî tevgera FETO ye ku li saziyên hikûmetê belav bûne.’’
‘’Pêvajoya 15ê tîrmehê ji xwe têra xwe tirs belav kir. Me ji bilî me bi xwe ti dostên dî nînin. Dewletên rojavayî ji bo hewildana derbekirinê nekarine bertekê bidin.
‘’Heke li pişta xayînan Pentagon û CIA hebe me kêşeyeka gelek ciddî heye.
‘’MHP ji bo daxwaz û hêviyên gelê Tirk amade ye rêyek nû bide ber xwe.’’(YY/MB)