Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Edîtora JINHAyê Zehra Doganê dema li ser Nisêbînê nûçe çêdikir digel Mazlum Kavakê şêvirmendê Alî Atalanê parlamenter(HDP) hatiye desteserkirin.
Li gor nûçeya JINHAyê, dema Dogan û Kavak şeva dî li kafeyeyeka Navçeya Yenîşehirê ya Mêrdînê rûdiniştin hatine desteserkirin.
Polîsan kontrola qeyda wan a GBT (Lêgerîna Agahiyên Giştî) kiriye û ji wan re gotiye ‘’li ser we îfade hatine dayin’’ û ew birine.
Piştî kontrola wan a li Nexweşxaneya Mêrdînê ew ji bo navenda polîsan a Nisêbînê hatine birin.
Tê çaverêkirin ku îro serdozgerî îfadeya wan bistîne.
Zehra Dogan
Di 1989ê hatiye dinê. Beşa Dersdêriya Nîgarkêşiyê ya Zanîngeha Dîcleyê xelas kir. Ji ji destpêka avabûna JINHAyê(2012) ve li wê derê kar dike. Wê li ser jinên li Şingalê ji DAIŞê reviyayîn nûçeyeka bi navê ‘’Qêrîna Jinên Êzidî’’ çêkiriye û bi wê nûçeyê Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî standiye.
Ji dema destpêka şer û pevçûnan a 24ê Tîrmeha 2015ê ve li herêma şerî kar dike. (EA/MB)