Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbekirinê ku di 15ê Tîrmehê de pêk hat de li dijî Fermandariya Akademiya Herbkirinê ku li Stenbol Beşiktaşê ye, operasyon hat kirin.
Di encama serdegirtina fermandariyê de 40 kes hatin girtin.
Di encama operasyonê de polêsan avêtin ser malên gumanbaran jî û dest danîn ser gelek komputer û hacetên digital jî.
Kesên ku hatine binçavkirin bi wesayîtên sivîl yên polêsan ve birin Mudiriyeta Emniyetê.
Hat zanîn ku lêgerîna li Fermandariya Akademiya Herbkirinê û lojmanan ku ji hêla polêsan ve tên kirin, hê jî berdewam dike.
Li dijî Fermandariya Akademiya Herbkirinê di 18ê Tîrmehê de jî operasyon hatibû lidarxistin û 15 subayên ku wê demê hatibûn binçavkirin jî hatibûn girtin.
(EKN/YO)