TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 467
Rûsyayê derbarê operasyona Cerablusê de daxuyanî da
Di daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de wiha hat gotin: “Rewşa herêma ku lê şer heye îhtîmala bêîstîkrarbûnê zêdetir dike. Em ji vê yekê aciz in. Dibe ku navbera kurd û ereban de şer û pevçûnan derxînin.”
25 Tebax 2016
Li Artvînê êrîşek li ser konvoya CHPyê hat kirin
Li Artvînê hin êrîşkaran li konvoya CHPyê ya ku serokê wê partiyê jî tê de bû bi çekên giran reşand. Şofêrê wesayita pêşîkêş a parastinê yê bi dijwarî birîndar bûbû mir û du leşker jî birîndar bûne.
25 Tebax 2016
KCKê banga têkoşîna hevpar li gelê kurd kir
Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCKê derbarê operasyona Cerablusê de daxuyanî da û got: “Divê gelê kurd weke bi ruhê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Berxwedana Kobanê ya 6-7-8ê Cotmehê rabin ser piyan.”
25 Tebax 2016
Walîtîya Êlihê li 6 gundan derketina derve qedexe kir
Walîtîya Êlihê ji siet 17.00 ê 24ê Tebaxê ve heta fermaneka dî li 6 gundên navçeya Sasonê(Qabilcewz) yên Êlih(Batman) derketina derve qedexe kir.
25 Tebax 2016
FARC û Hikûmeta Kolombîayê hevpeymana aştiyê îmze kir
Mûzakerekerê Hikumeta Kolombîayê Humberto de la Calle û mûzakerekerê FARCê Ivan Marquezî da zanîn ku ‘’Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê didin zanîn ku wan bi temamî li hev kirine.’’
25 Tebax 2016
HDP: Tirkiye êdî bi awayekî fiîlî di nav şerê li Sûrî de ye
HDPê derbarê operasyona Cerablusê de daxuyanî da û got: “Tirkiye bi îşqalkirina Cerablusê ve dixwaze di warê fiîlî û hiqûqî de hebûna xwe di bin sîwana çeteyan ve berdewam bike. Ev hesabeke şaş e.”
25 Tebax 2016
Yildirimê serokwezîr: DYAyê teahûd kir ku PYD dê vegere rojhilatê Firatê
Yildirimê Serokwezîr li ser operasyona Cerablûsê axivî û got: ‘’Mixalifên Sûriyeyê li Cerablûsê bi cî bûn, dest bi kontrolkirina qadên wir, gundan kirin. Cerablûs jî di nav de divê hemû qad ji YPG û PYDyê bê paqijkirin."
25 Tebax 2016
YPG: Em ji rojavayê Çemê Firatê venakişin
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji radyoya Dengê Amerîkayê re axivî û got: “Armanca vê operasyonê ne DAIŞ e, hêzên kurd û serkeftinên me ne.”
25 Tebax 2016
Ji CHPê daxuyaniya operasyona Cerablusê: DAIŞ li Stenbolê seyran dike
Alîkara Seokê Giştî ya CHPê û Berdevka CHPê Selin Sayek Boke derbarê operasyona Cerablusê de got: “Ne mimkûn e ku mirov li Tirkiyeyê behsa têkoşîna li dijî DAIŞê bike. DAIŞ li orta Stenbolê seyran dike.”
24 Tebax 2016
‘’Li cihên şer lê heyîn di salekê de 136 zarok mirine’’
Hewildana Ji bo Zarokan Aştiya Demildest eşkere kir ku ji 5ê Hezîrana 2015ê ve 136 zarok li cihên şer lê heyîn mirine.
24 Tebax 2016
AAS jî beşdarî operasyona Cerablûsê bû
AAS(Artêşa Azad a Sûriyeyê) û komên çekdar ên cîhadîst jî beşdarî operasyona Cerablûsê bûn ku TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) vê sibeyê dest bi wê operasyonê kiribû.
24 Tebax 2016
Çavuşoglu: Me di serî da vê operasyonê bi Amerîkayê ra plan kir
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu got: “Me di serî da vê operasyonê bi Amerîkayê ra plan kir. Mixalefeta ne tundraw jî hat vê derê.’
24 Tebax 2016
Li Amed, Çewlikê û Antalyayê êriş: 5 leşker û 2 cerdevan mirin, 11 leşker jî birîndar in
Li navçeya Liceyê ya Amedê li dijî leşkerên ku operasyon pêk dianîn ve ji hêla hêzên PKKê ve êriş hat kirin û di encamê de 4 leşkeran canê xwe ji dest dan. Li Çewlikê jî çawîşekî pispor hate kuştin. Herwiha li Antalyayê jî dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat.
24 Tebax 2016
Cihgirê serokê Amerîkayê Biden hatiye Enqereyê
Cihgirê serokê Amerîkayê vê sibeyê hatiye Enqereyê, mijara sereke ya axiftinê Sûriye ye. Yek ji rayedarên Amerîkayê jî piştgiriya xwe ya ji bo operasyona Cerablûsê diyar kir.
24 Tebax 2016
Erdogan derbarê nirxandina Salih Muslim de axivî
Hevserokê PYDê Salih Muslim derbarê operasyona Cerablusê de got: ‘Tirkiye wê di gola genî ya Sûriyê de têk biçe.’ Erdogan jî derbarê gotinên Muslim de wiha got: ‘Hûn hesabê siberoja xwe bikin.’
24 Tebax 2016
Ala: Tirkiye dê sînorên xwe biparêze
Wezîrê karên navxweyî, Efkan Alayî ji bo operasyona li ser Sûriyeyê got: ‘’ Tirkiye dê ewlehiya sînorên xwe biparêze. Dema Tirkiye vê yekê dike jî li gor têkilî û hesasîyetên navneteweyî dike.’’
24 Tebax 2016
TIB çû BTK hat: Malperên DIHA û JÎNHAyê dîsa hatin qedexekirin
Bi biryara BTKê careke din malperên DIHA û JÎNHAyê hatin qedexekirin. Heta niha 44 caran malpera DIHAyê, 9 caran jî malpera JÎNHAyê hatine qedexekirin.
24 Tebax 2016
Artêşa Azad a Sûriyeyê ketiye navenda Cerablûsê
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê dest bi operasyoneka li ser Cerablûsê kir.
24 Tebax 2016
Li Geverê heta 3 rojan derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Geverê piştî li dijî maşîneyek zirxî ya polîsan çalakî pêk hat, heta 3 rojan derketina derve hat qedexekirin.
24 Tebax 2016
Ozgurlukçu Demokrasi derket
Rojnameyeke nû ya ku demokrasî, jin, mafên mirovan, ked û ekolojiyê esas digire derket pêşberî xwendevanan. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku ji bo nûçegihaniya azad namzet e îro li bayiyan e.
23 Tebax 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dosyeya Qetlîama Roboskiyê çû DMMEyê
Piştî ku Dadgeha Makeqanûnê jî serlêdana derbarê Qetlîama Roboskiyê de red kir, dosye bi serlêdana 281 kesan ve çû DMMEyê.
23 Tebax 2016
Polîsan Nûçegihanê DIHAyê, Sebahattîn Koyuncu desteser kir
Polîsên hêzên taybet li navçeya Silopyayê ya Şirnexê dema bi ser malan de digirt, nûçegihanê DIHAyê, Sabahattîn Koyuncu desteser kiriye.
23 Tebax 2016
HSD ber bi başûrê Cerablûsê ve, AAS ber bi bakurê wê ve diçin
Sê roketên ji Sûriyeyê hatine berdan li Kilîsê ketine, topeka hewanî li navçeya Karkamişê ya Dîlokê ketiye.
23 Tebax 2016
Li Qilebanê 2 leşker hatin kuştin
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê bombeya ku li ser rê hatibû bicihkirin, dema wesayîta leşkeran derbas dibû hat teqandin û di encamê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan. Li Şemzînanê jî di encama êrişa li dijî wesayîta leşkerî de 3 leşkaran canê xwe ji dest dan.
23 Tebax 2016
Dadwerê doza Hrant Dink hat girtin
Dadwerê doza Hrant Dink ku derbarê cinayetê de biryara ‘rêxistin nîn e’ dabû hat girtin.
23 Tebax 2016
Heyeta Amerîkayê ji bo hevdîtinên li ser îadekirina Gûlenî hatiye Tirkiyeyê
Li Tirkiyeyê di 15ê Tîrmehê de hewildana derbekirinê hat kirin ku Tirkiyeyê ji ber wê biryara girtina Fethûllah Gûlenî daye, heyeta Amerîkayê ji bo hevdîtinên li ser îadekirina Gûlenî hatiye Tirkiyeyê.
23 Tebax 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnameger Kaya û Kizilkaya hatin girtin
Berpirsê Weşana Girştî ya Ozgur Gundemê û Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya piştî ku li Dadgeha Stenbolê îfade dan dozgeriyê ji hêla dadweriyê ve hatin girtin.
23 Tebax 2016
Helin Yıldırım
Yildirimê serokwezîr: Ji bo dîyarkirina fa’ilan delîl nehatine dîtin
Yildirimê serokwezîr, li ser êrîşa Dîlokê got: ‘’ Mixabin ne rast e ku bi qinaeteka zû em bibêjin kê an kîjan rêxistinê ev êrîş kiriye, ji bo agehdarkirina civakê jî ev yek ne rast e.’’
23 Tebax 2016
Heyeta Îmraliyê: Divê dewlet bi awayekê ciddî li daxuyaniya KCKyê binêre
Heyeta Îmraliyê diyar kir ku divê bi awayekê ciddî, hikumet dewlet û hêzên demokrasîyê li daxuyaniya duhî hatî eşkerekirin a KCKyê binêrin.
22 Tebax 2016
Serdozgerîyê Tugba Tekereka rojnameger serbest berda
Tugba Tekereka rojnameger dema ku ji bo çêkirina nûçeyekê wêne digirtin hatibû desteserkirin, serdozgerî bêyî îfadeya wê bistîne biryara serbestberdana wê da.
22 Tebax 2016
Ozgûr Gûndema ku wek pêveka Atilimê belav bûbû dê bê komkirin
Hejmara ‘’Fa’il heman kes e, armanc heman tişt e’’ ya Rojnameya Ozgûr Gûndemê ya ku Rojnameya Atilimê ji bo hevgiriyê wek pêvekekê derxistibû dê bê komkirin.
22 Tebax 2016
Hejmara kesên li Dilokê hatin qetilkirin gihişt 54an
3 kesên ku di encama êrişa bombeyî ya li dijî daweta li Dîlokê bi giranî birîndar bûbûn îro destê sibehê canê xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara kesên qetilkirî derket 54an. Hêjî li nexweşxaneyan 66 birîndar hene û rewşa 14 ji wan giran e.
22 Tebax 2016
1
...
465
466
467
468
469
...
476