Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
3 kesên ku di encama êrişa bombeyî ya li dijî daweta li Dîlokê bi giranî birîndar bûbûn û li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, îro destê sibehê canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ANF û DHAyê hejmara kesên qetilkirî gihişt 54an.
Hin kesên ku di encama teqînê de birîndar bûbûn hatin tabûrcîkirin lê hêj li nexweşxaneyan 66 birîndar hene û rewşa 14 ji wan giran e.
Lêkolînên ji bo tespîrkirina nasnameyan berdewam dikin
Serokwezîr Tayyip Erdogan û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag duh di daxuyaniyên xwe de anîbûn ziman ku di encama wê êrişê de 51 kes canê xwe ji dest daye û rewşa 17 birîndaran jî giran e. Ji wan3 kesên bi giranî birîndar bûbûn îro destê sibehê canê xwe ji dest dan.
Heta niha nasnameyên 41 kesên ku di teqînê de canê xwe ji dest dan, hatiye diyarkirin. Nasnameyên ku hatine tespîtkirin wiha ne:
Fatma Abdullah, Gurbet Akcan, Kamil Akdogan, Bunyamin Akdogan, Saliha Akdogan, Muhammet Alpaslan, İsmail Alpaslan, Muhittin Alpdogan, Ubeyit Alpdogan, Hasan Alpdogan, Kamile Ayhan, Nur Huriyet Ayhan, Metin Caner, Husam Cuma, Abdulhamit Çelikten, Suleyman Durak, Serhat Eryilmaz, Devran Eryilmaz, Emine Nisa Goren, Mirgin Gurbuz, Salih İlper, Yusuf İlter, Murat Kalay, Hakki Okur, Mehmet Ali Ozcan, Nergiz Ozcan, Kerem Ozer, Semanur Ozer, Mehmet Ali Taş, Devran Toruman, Osman Toruman, Vesile Toruman, Sinan Urtekin, Ahmet Urtekin, İbrahim Urtekin, Mehmet Urtekin, Muhammet Yagiz, Aliye Yagiz, Sureyya Yagiz, Orhan Yavuz ve Şukran Ayhan.
(AS/YO)