Ala: Tirkiye dê sînorên xwe biparêze
Wezîrê karên navxweyî, Efkan Alayî ji bo operasyona li ser Sûriyeyê got: ‘’ Tirkiye dê ewlehiya sînorên xwe biparêze. Dema Tirkiye vê yekê dike jî li gor têkilî û hesasîyetên navneteweyî dike.’’

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên navxweyî bersiva pirsên Ajansa Anadolûyê da.
Wezîrê karên navxweyî, Efkan Alayî ji bo operasyona li ser Sûriyeyê got: ‘’ Tirkiye dê ewlehiya sînorên xwe biparêze, dê welatiyên xwe biparêze. duhî 9 bombeyên hewanê berdan me, Tirkiye nikare li van [bûyeran] temaşe bike.
Dema Tirkiye vê yekê dike jî li gor têkilî û hesasîyetên navneteweyî dike.
‘’Em ê firsetê nedin rêxistinên terorî ku li pişta serê me tehdîdan li me bikin. Tiştên em dikin rakirina van îmkanan e.
‘’Em piştevanên yekparçetiya axa Sûriyeyê ne.’’ (BK/MB)
Wêne: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.