Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Artvînê hin êrîşkaran li konvoya CHPyê ya ku serokê wê partiyê jî tê de bû bi çekên giran reşand. Şofêrê wesayita pêşîkêş a parastinê yê bi dijwarî birîndar bûbû mir û du leşker jî birîndar bûne.
Şofêrê wesayita pêşîkêş a parastinê bi dijwarî birîndar bûye û du leşker jî birîndar bûne.
Rewşa Kemal Kiliçdaroglûyî baş e.
Berdevkê CHPyê, Ozgûr Ozelî weha gotiye:
‘’Ji ber ku ew herêm xeternak bû tedbîr hatibûn standin. Li pêşiya konvoyê sê wesayitên parastinê hebûn. Konvoy li piştê bû.
‘’Li aliyê daristanan liv û tevgerek çêbû, dema wesayitên parastinê ber bi wê derê ve çû, pevçûn derket.
‘’Li gor agahiyên Navenda Giştî ya CHPyê belav kirî dema kesekê xwe amade dikir bi rokêtan êrîş bike, parastvanên partiyê lê reşandiye.
Wezîrê karên navxweyî: Bi rokêtan êrîş dê li serokê CHPyê bihatiya kirin.
wezîrê karên navxweyî Efkan Alayî got:
‘’[Êrîşkaran] êrîş li hersê wesayitên parastina konvoyê kir. Sê kes birîndar bûne. Erek ji serê xwe birîndar bûye du serbaz jî bi sivikî birîndar bûne.’’
HDP: Em êrîşê şermizar dikin
Birêvebiriya Navendî ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) êrîş şermizar kir.
‘’Em di fikarê de ne ku me bihîstiye li navçeya Ardanûçê ya Artvînê êrîş li serokê CHPyê berêz Kemal Kiliçdaroglû hatiye kirin. Em vê êrîşê bi dijwarî şermizar dikin û sersaxiyê ji wî û wan kesên digel wî re dixwazin.’’
Hevserokên HDPyê Fîgen Yûksekdag û Selahattîn Demîrtaşî jî bi telefonê ji Kiliçdaroglûyî re sersaxî xwestiye.
(AS/MB)