TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 387
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborînê kir
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborîna fermî kir û xwest ku rastiyên derbarê qetlîamê bi raya giştî re par ve bikin, ci û warên windayan lêkolîn bikin û ji bo kesên ku mirine merasîma yadkirinê bê çêkirin.
15 Mijdar 2017
Filmê anîmasyon ê ku behsa superzarokê Sûriyeyî dike li Chicagoyê du xelat standin
Filmê bi navê “Hadîa” (Hediye) li Festîvala Filmên Zarokan a Chicagoyê ya Navnetewî du xelat standin. Derhênerê filmî Sînem Sakaoglû ye û film di çarçoveya projeya Anadulu Kültürê ya bi navê “Mîrateya Çandî ya Sûriyeyê ya ji bo Zarokan: Pirtûk û Lîstik” de hatiye amadekirin.
15 Mijdar 2017
DMMEyê Tirkiye mehkûm kir ku ji ber nîşana serfiraziyê cezayê girtinê dabû Işikirikî
DMMEyê ji ber 4 sal 8 meh cezayê girtinê dabû Işikirikî Tirkiye bi dayina tezmînatê mehkûm kir ku Işikirik bi beşdarbûna merasîma cenazeyekî û çalakiyeke li zanîngeha xwe û nîşana serfiraziyê hatibû sûcdarkirin û ceza lê birîbûn.
15 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Senatoya DYAyê karbidestiya bikaranîna çekên nukleer a Trumpî nîqaş dike
Komîteya Karên Derve ya Senatoya DYAyê piştî 40 salan careke din karbidestiya bikaranîna çekên nukleer a Serokê DYAyê nîqaş dike. Demokrat dibêjin ku “Ji ber Trump gelekî bêhevseng e û guherbar e em bi endîşe ne”.
15 Mijdar 2017
Parlamenterê AKPyê: Divê mafê jiyanê nedin van akademisyenan
Parlamenterê AKPyê Kavcioglûyî ji bo akademisyenên aştîxwaz got, “Li ti welatê mafê jiyanê nadin yek ji van akademisyen, siyasetmedar û rojnamegerên ku ev belavok îmze kirine.”
15 Mijdar 2017
Tirkiye di nava wan welatan de ye ku azadiya înternetê herî zêde tê astengkirin
Tirkiye di rapora Azadiya Internetê ya 2017yê de yek ji welatên azadî herî zêde lê tê astengkirin de ye ku rapor ji hêla Freedom Housê saziya ramanê ya DYAyî ve hatiye amadekirin.
14 Mijdar 2017
BBC: HSDyê 250 DAIŞî bi rengekî ewle ji Reqqayê derxistine
BBCyê îdia kir ku 250 DAIŞî ji hêla hêzên HSDyê û koalisyona di bin serpereştiya DYA û Ingiltereyê de tevlî sivîlan ji Reqqayê hatine derxistine.
14 Mijdar 2017
Pisporên serbixwe yên NYyê bertek nîşanî Tirkiyeyê dan
Pênc pisyorên serbixwe yên Usûlên Taybet ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) bertek nîşanî biryarên girtina parêzer û mafparêzan û sûcdarkirina wan a ji ber “terorê” dan.
14 Mijdar 2017
Selçûk Kozagaçli Serokê ÇHDyê hat girtin
Serokê Giştî yê ÇHDyê û yek ji parêzerên doza Somayê Selçûk Kozagaçli duh piştî jêpirsîna dadweriya ceza ya sulhê, hat girtin.
14 Mijdar 2017
Di sêyemîn daneşînê de jî biryara tehliyekê derneket
Di sêyemîn daneşîna doza medyayê ya hewldana darbeyê de jî biryara tehliyeyê derneket ku 17 kes tên dadgehkirin. Di destpêka daneşînê de heyeta dadgehê axavtina parêzerên Altanan asteng kirin û ew ji salonê avêtin.
13 Mijdar 2017
Elif Akgül
Tirkiyeyê li DMMEyê xwe parast: Ne ji ber rojnemegeriyê girtî ne
Tirkiyeyê piştî du caran pêvedem jê re hat dayin, di serlêdana girtiyên doza Cûmhûriyetê ya DMMEyê de xwe parast.
13 Mijdar 2017
Osman Kavalayî peyamek şand: Hêviyên min ew in ku dûr an jî nêzîk wê edalet pêk bê
Osman Kavalayî bi rêya parêzerên xwe, ji girtîgehê daxuyaniyek rê kir û ji bo kesên ku mesajên piştgiriyê jê re şandine spasiyên xwe pêşkêş kir; “Hêviyên min ew in ku dûr an jî nêzîk wê edalet pêk bê"
13 Mijdar 2017
Rûsya, DYA û Urdinê ji bo “çareseriya siyasî” ya li Sûriyeyê li hev kir
Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin, Vladimir Putin Serokdewletê Rûsyayê û Donald Trump Serokê DYAyê di wê mijarê de li hev kirine ku divê çareseriya li Sûriyeyê ne leşkerî lê siyasî be.
13 Mijdar 2017
Li ser sînorê Iraq û Îranê bi pileya 7.3yê erd hejiya
Di encama wê erdheja bi pileya 7.3yê çêbûye de herî kêm 335 kes mirin ku navenda erdhejê Silêmaniye bû. Zêdetirî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
13 Mijdar 2017
Piştî CHP, HDP û MHPyê AKPyê jî namzetê xwe diyar kir
Piştî ku CHPyê Zekeriya Temîzel û HDPyê jî Selma Irmak ji bo Serokatiya Parlamentoyê weke namzet nîşan da, MHPyê jî Celal Adan kir namzetê xwe. AKPyê jî namzetê xwe diyar kir. Namzetê AKPyê dîsa Serokê Parlomentoyê Îsmaîl Kahraman e.
13 Mijdar 2017
Li Myanmarê cezayê girtinê dan 4 xebatkarên TRT Worldê
Li Myanmarê nûçegîhanên serbest ên TRT Worldê jî di nav de ji bo 4 kesan 2 meh cezayê girtinê hat birîn ku ji ber drona bêdestûr li gel wan bûye hatibûn girtin.
10 Mijdar 2017
Dadgeha Îstinafê 2 cezayên Hasan Cemalî erê kir
Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya rojnameger Hasan Cemalî betal kir ku ji ber doza nivîsa xwe ya bi navê “Rojnivîsên Vekişanê” dihat dadgehkirin. Dadgehê herwiha di dozên din de cezayên Cemalî erê kir ku bi “kirina propaganda” û “Weşandina daxuyaniya rêxistinê” dihat sûcdarkirin.
10 Mijdar 2017
Pîrê Cemxaneya ku rastî êrîşê hat: Divê berpirs bên darizandin
Nazim Elmas yek ji pîrên Cemxaneya Habîblerî got ku bi madeyeke agirgir êrîşî cemxaneyê kirine û li hemberî ihtimala êrîşê sê heftene ku polîs di dema îbadetê de ewlehiya cemxaneyê digirin. Elmasî got, “Bûyereke gelekî cidî ye, divê piçûk neyê dîtin”.
10 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Li Colemêrgê 31 herêm weke “Hêremên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin
31 taxên bi ser Colemêrg, Çelê, Şemzînan û Geverê ve girêdayî ne, ji bo 14 rojan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin.
10 Mijdar 2017
Koma Rastak wê li Stenbol û Amedê konsertan bide
Koma muzîkê ya Îranê Rastak wê 23yê Çiriya Paşiyê li Stenbolê û 25ê Çiriya Paşiyê jî li Amedê konsertê bide.
9 Mijdar 2017
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Nûçegihanê rojnameya Sozcûyê piştî 174 rojan serbest bû
Nûçegihanê rojnameya Sozcûyê, Gokmen Ûlû ji ber nûçeyeka nivîsî 174 rojan di girtîgehê de ma. Dadgeheka Stenbolê biryara serbestberdana wî da.
9 Mijdar 2017
Mafparêzên ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan hatin desteserkirin serbest man
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Ozturk Turkdogan û mafparêzên ku li hemberî qedexeya çalakiyê ya li Kolana Yukselê xwestin daxuyaniyê bidin û hatin desteserkirin, serbest man.
9 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Selçûk Kozagaçli Serokê Giştî yê ÇHDyê hat desteserkirin
Parêzer Selçûk Kozagaçli Serokê Giştî yê ÇHDyê hat desteserkirin. Parêzerên ÇHDyî aşkerekirin ku di dema desteserkirin û li emniyetê Kozagaçli hatiye derbkirin. 15 parêzerên ÇHDyî girtî ne.
9 Mijdar 2017
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 31 jin kuştine
Ji sedî 32yê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cuda bibin an jî nexwestine bi wan re li hev bên hatine kuştin. Ji sedî 6ê jinan ji hêla wan mêran ve hatine kuştin ku keçên wan dixwestin ji wan cuda bibin. 2 jinên ku hatine kuştin penaber bûne.
9 Mijdar 2017
Çiçek Tahaoğlu
Malpera osmankavala.org hat vekirin: Azadî ji bo Osman Kavalayî
Di malpera osmankavala.orgê de hûn dikarin hemû daxuyaniyên derbarê pêvajoya girtina Kavalayî û nûçeyên di medyayê de cî girtine bibînin.
8 Mijdar 2017
DMMEyê dîsa wextê xweparastina Tirkiyeyê dirêj kir
Tirkiye ji ber girtina parlamenterên HDPyî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) tê dadkirin. Dadgehê bû cara 3yê ku wextê xweparastinê ji bo Tirkiyeyê dirêj kir. Tirkiye dê di 24ê Çiriya Paşiyê de xwe biparêze.
8 Mijdar 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgeha Îstînafê cezayê girtinê yê Barbaros Şansalî erê kir
Dadgeha Îstînafê 6 meh û 20 roj cezayê girtinê yê modekar Barbaros Şansalî erê kir ku ji ber parvekirina vîdeoyekê, bi îdiaya “biçûkxistina miletê Tirk bi awayekî vekirî” ceza lê birî bûn.
8 Mijdar 2017
Ji sedî 35ê bûtçeya perwerdeyê ji bo perwerdeya dînî hatiye cidakirin
Lijneya Plan û Bûtçeyê ya Meclîsê biryar da ku ji bo sala 2018ê 92 milyar û 528 milyon Lîreyên Tirkan(TL) dê bê cidakirin. Ji sedî 35ê bûtçeyê dê ji bo perwerdeya dînî bê bikarhînan.
8 Mijdar 2017
DYA: Em ê pêşiyê vîzeyê ji bo saxlemî, perwede û alîkariya mirovî bidin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) piştî ku biryar da ew ê bi awayekê sînorkirî vîzeyê bide welatiyên Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve eşkere kir, ew ê pêşiyê vîzeyê ji bo saxlemî, perwede û alîkariya mirovî bidin.
8 Mijdar 2017
Lûtkeya Wekhevî, Dad û Jinan wê li Stenbolê bi rê ve biçe
Lûtkeya Wekhevî, Dad û Jinan wê di navbera 30ê Çiriya Paşiyê û 1ê Kanûna Pêşiyê de li Stenbolê bi rê ve biçe. Di lûtkeyê de wê paşketinên desteftiyên mafên jinan bên nîqaşkirin.
8 Mijdar 2017
Çiçek Tahaoğlu
Şaredarê Enqereyê xwestiye hemî bûrokratên şaredariyê dest ji karên xwe berdin
Piştî Şaredarê Enqereyê, Melîh Gokçekî bi daxwaza serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan dest ji karê xwe berda şaredarê nû dest bi karî kir.
8 Mijdar 2017
Li Mêrdînê wê atolyeya Nûçegihaniya Zayenda Civakî çêbibe
bianet bang li rojnamegerên herêmî yên li Mêrdînê û derdora wê, xwendekarên fakulteya ragihandinê û mafparêzan dike ku beşdarî atolyeya nûçeyan bibin.
7 Mijdar 2017
1
...
385
386
387
388
389
...
396
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver