Ji bo nivîsa Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dema ku min qebûl kir ez ê vê nivîsê binivîsim, min tiştekê giring hesab nekiribû. Nivîsîna li ser “tûndkariya mêran” tê wê wateyê ku ez ê li ser serboriyên xwe yên li quncên tarî mayîn, ecêb in û veşartî ne binivîsim. Dikarî bibêjî “ez ê bi awayekê hêsanî binivîsim, li ser sermeziniya mêran binivîsim û xwe jê xelas bikim” lê ne welê ye.
Min demekê fikirî ez nivîsê li zarokekê bar bikim ku cezayê wî ew e ku dê li ser deftera xwe sed caran binivîse “Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim.” Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim û bi tirsê wê vedişêrim. Ez ji jinan ditirsim, hingî ditirsim hêrs dibim. Ez ji mêrbûnê ditirsim, hingî ditirsim dest bi tûndkariyê dikim.
Min xwest li ser gelek rûperan binivîsim “ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim” lê min nekarî. Ez dibêjim qey ea ji wê jî tirsiyam.
Paşiyê re min “dema teslîmkirinê” bi paş de da û min xwe berda kûrahîyên rûbirûmanê.
Sala 1975 bû.
Ez hingê 7 salî me.
Rojeka Yekşemê bavê min biryar da min bibe cihê lîstina fûtbolê. Fanîleyê binî, fanîleyê pembû, qazaxê stûr... Min xwe welê amade kir ku bikarim li hemberê zivistana Enqereyê xwe rabigirim. Qelebalixiya li derve ez kelecani kırım. Em bi du wesayitan çûn Yarîgeha 19ê Gulanê.
Digel ku zikê min ji zêdeyî ve hatibû tejîkirin jî dema min kiftefiroş dîtin gilîza min rijiya. Dema em çûn yarîgehê wek min tiştekê efsûnî dît. Welê mezin bû ku... Hêvîyek di dilê min de hebû ku ez ê Fenerbahçeyê bibînim. Bavê min got ez lîstika “Karemaniya Duyem” e. Hinekê qehirîm lê dîsa jî keyfîn bûm, min tiştinbi bavê xwe re bdikir...
Em li seyirgehê li ciheekî rûniştin. Min dixwest fêm bikim ka ez ê li kû binêrim û divê çi demê kelecanî bibim. Komeka alayên wan heyîn 10 rêzan li pişt me bûn. Bavê min ê ku bi aramî li lîstikê temaşe dikir, demekê got “Here loo! Çawa ji destê xwe berda!!”Hima pey wî ez rabûm ser xwe. Min jî kir ax û wax. Qey dema mirov li lîstikê temaşe bike divê welê bike.
Dema em ji bo neavêtina golê aciz bûn koma qelebalix dikir aciz bû. Dibe ku wan piştevaniya tîma dî dikir. Kesek ji koma wan tiştek ji bavê min re got lê bavê min lê venegeriya. Lê min fêm kir tiştin ne rast in, bêhizûriyek heye. Piştî pênc deqîqeyan bi avêtina golekê em şa bûn hingê qîyamet rabû. Du kes ber bi me ve meşiyan, yekî got “ dia bike zarok li nik te ye.” Bavê min sor bû. Ji aliyekê ve ez girtim ji aliyekê ve gotinên wek “camêrno eyb e” dibêje. Nayê bîra min ka ew li hev ketin an no. Lê tê bîra min ji beriya ku lîstik xelas bibe em ji yarîgehê/lîstikgehê derketin.
Roja min a ku min “bi bavê xwe re tiştnin kir” di nav tifa mirovên bihêrs de ma. Piştî gelek salan min xwest ez bi bavê xwe re li ser wê rojê bipeyivim û hestên wî bizanim. Lê nehat bîra wî. Hat bîrê ku em çûbûn seyra lîstikê lê nehat bîrê ka çawa û çima em zû ji yarîgehê derketin. Qey dema mêrek li hemberê mêrekê dî têk diçe hişê wî wê bûyerê paqij dike.
Dema min xwest ez û bavê xwe bi tiştên di hişê me de rûbirû bibin, “nîşandana hêzê ya komeka mêran” ji me re bûbû dersek.
Di heman salan de bûyereka dî jî pêk hat.
Me li kolanê lîstika veşartokî dilehîst. Kesekê ji min 4-5 salan mezintir yê dibêjim qey navê wî Abidîn bû got ka em lîstika Dixtorê Kimble bileyîzin. Ew lehengekê rêzefîlmeka hingê bû. Dixtorrê Kimble direviya û Komîserê Gerard jî sond dixwar ku dê wî bigire.
Min bi serbilindiyê rola Dixtorê Kimble stand. Min hinekê karî ez birevim. Paşê hatim qepeçekirin û girtin. Abidinê ku rola Komîserê Gerard standibû diyar kir girtin ne bes e divê ew cezayekê jî bide min.
Nizanim wan ji kû dît lê wan tayek dîtibû, tayên ku cilik li ser têne ziwakirin. Destê min girêdan. Paşê ez bi boriya ava pîs ya xaniyekê ve girê dam. Wan ez pê ve girêdam û çûn. Dema wan ez pê ve girêdayîm çi qasê keyfxweş dibûn. Ax bîr çi qasê dijwar in.
Paşê nayê bîra min ji min re hat gotin ku xuşka min a 7 salan ji min mezintir e dema ji dibistanê vegeriyayî ez dîtime. Li serê boriyekê ve hatibûm girêdan, xwîn li destê min kom bûbû, min hinekê rîtibû xwe ve. Giriyayî bûm. Hinekî ji ser hişê xwe çûbûm.
Xuşka min ez ji boriyê vekirime. Çûye cilikên xwe yên dibistanê ji ber xwe kiriye. Pantorê xwe wergirtiye. Paşê li kolanê têr li Abidînî daye.
Da min ji zilma mêran biparêze wek mêrekê ketibû di nava mijarê. Pantor wergirtiye, dijûn kiriye û kulm danîne, bersiva tûndkariyê bi tûndkariyê daye.
Ev çîroka xuşka min ku bi serê xwe wek artêşekê bû li sohbetên navmalî gelek caran bi serbilindî dihat gotin. Bi salan ez bi wê hêza li pişt xwe jiyam. Çawa be Abidîn bên pêşiya min xuşkeka min heya li wan bide.
Bavê min bi bîra me ya li Yarîgeha 19ê Gulanê rû-bi-rû nema û koça dawî kir.
Di van rojan de ku min difikirî vê nivîsê binivîsim ez li ser du çîrokan difikirîm.
Li aliyekê çîrokeka leheng hewil dide biaxive li aliyê dî çîroka “bi tûndkariyê bersivdana tûndkariyê.”
Erê ez îro çîrokbêjê kîjan çîrokê me?
Ji bo jinûveçêkirina zimanê “mêraniya hegemonîk” divê em çîrokên xwe bibêjin û rûbirû bimînin.
Niho ka em deftera xwe ya dema xwendina seretayî derbêxin û lê binivîsin, “ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim.”
Bi tenê hingê em ê dest pê bikin ku biaxivin, rû-bi-rû bimînin û bi sere bigihin.
Demildest. Niho.(UK/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |