Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji beriya pênc salan, li Amedê wesayiteka zirxkirî li ciwanekê 19 salî yê bi navê Şahin Onar dabû û kuştibû. Li ser bersûcên bûyerê îro doz hat dest pê kirin lê bersûc nehatiye dadgehê.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamyayê bi tenê polîsekê bi navê S.K. wek bersûcê bûyerê ye. Bersûc nehatiye dadgehê, li ser vê yekê malbata Onerî xwestiye bersûc bê girtin.
Dadgeha Cezayên Giran a 1. a Amedê daxwaza malbatê red kiriye.
Çi bûbû?
Di 10ê Sibata 2013ê de li taxa Şehitlikê ya Amedê, xwendekarê lîseyê yê bi navê Şahin Onar di xwenîşandanekê de mir.
Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema wî dixwest teqemeniyekê biavêje di destê wî de teqiyaye.
Serdar Çelebiyê parêzer ji bianetê re eşkere kiribû ku li gor raporên Tiba Edlî Onar ne bi teqemeniyê lê bi lêdana tiştekê hişk miriye.
Şahidên bûyerê li dadgehê diyar kiribûn ku wesayiteka zirxkirî li Onerî daye. (AS/MB)