Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Parêzer Veysel Okî, aşkere kir ku ji bo Denîz Yucel, nûçegîhanê Die Weltê yê li Tirkiyeyê biryara tehliyeyê derketiye. Okî nivîsand ku “û di dawiyê de ji bo muwekilê min Denîz Yucelî biryara tehliyeyê derket”.
Ajansa Anadolûyê (AA) aşkere kir ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Denîz Yucelî de îdianame amade kiriye. Li gorî vê îdianameyê dozgerî ji bo Yucelî heta 18 salan cezayê girtinê dixwaze. Herweha li gorî heman nûçeyê dadgehê îdianame amade kiriye û biryara tehliyeyê ji bo Yucelî daye.
Yucel piştî 367 rojan ji Girtîgeha Sîlîvriyê derket.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Yucel bi “propagandaya rêxistina terorê” û “kîn û dijminahiyê di nava gel de belav dike” tê tohmetkirin û ji bo wî heta 18 salan cezayê girtinê tê xwestin.
Die Weltê jî biryara tehliyeyê li ser medyaya civakî ragihand.
Duh Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hatibûn cem hev û rewşa Denîz Yucelî jî hatibû rojevê. Merkelê di civîna çapemeniyê de ji rojnamegeran re gotibû ku serbesthiştina rojnameger Denîz Yucelî yek ji wan mijarên herî girîng e ku bêyî îdianame hebe saleke li Tirkiyeyê girtî ye.
Yildirimî jî gotibû “Ez hêvî dikim ku wê di demeke kurt de bê dadgehkirin û encamek bidest bikeve. Her danişîne hêviyeke”.
Almanyayê îdiayên 'lihevkirinê' piştrast nekirin
Li gorî nûçeya Die Weltê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê destnîşan kiriye ku di navbera wan û Tirkiyeyê de ji bo serbestiya Yucelî ti "peyman" çênebûne.
Sigmar Gabriel, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê demeke berê ji kovara Der Spiegelê re axivî bû û gotibû ku heke Yucel serbest bimîne, ew dikarin pêşiya firotina çekan ji bo Tirkiyeyê vekin.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Die Weltê li Tirkiyeyê Denîz Yûcel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yûcel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûcel li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin. (AS/FD)