Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû ji ber Tweeta ku piştî Qetlîama Pirsûsê ya 20ê Tîrmehê ya 2015yê avêtibû bi tohmeta “heqaret li Serokomarî kiriye” hat dadgehkirin. Dadgehê diyar kir ku ji ber ne diyare bê Mavîoglûyî sûc kiriye yan na, biryara beraetê ji bo wî derxist.
Danişîna dozê li 33yemîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Stenbolê çêbû. Mavîoglû yê ku ji bo wî 4 sal û 8 meh cezayê girtinê dihat xwestin li gel parêzera xwe Rozerîn Seda Kîpê beşdarî li danişînê kir.
Erol Onderoglû Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê li Tirkiyeyê jî li dadgehê amade bû.
Erdoganî daxwaza dozê kiribû
Mavîoglû ji ber wê Tweetê hat dadgehkirin ku 20ê Tîrmehê ya 2015yê piştî Qetlîama Pirsûsê avêtibû û gotibû “A ji te re 400 parlamenterên te, 30 zarokên me bi şûn de bide me kujerê rezîl”. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî daxwaza vekirina dozê kiribû.
Mavîoglûyî di dema danişînê de got ku Ûmût Tepe dozgerê îdianame amade kiriye, dîroka ku tweet hatiye avêtin weke “sala 2016” nîşan daye û ev rewş şaş û ne zelal nirxand. Mavîoglûyî got, “Ev tweet piştî qetlîama Pirsûsê ya 20ê Tîrmehê ya 2015yê hatibû avêtin ku 33 kes hatibûn kuştin”.
Mavîoglûyî destnîşan kir ku qetlîam bûye sedema êş û hêrsrabûn li cem kesên ku hîna nirxên mirovatiyê winda nekirine û diyar kir ku kesên piştî qetlîamê piştgiriya qetlîamê kirin, kesên piştgiriya kuştina van ciwanan kirin peyda bûn.
Rasterast biryara beraetê derket
Dadwerê 33yemîn Dadgeha Cezayan a Asliyeyê ya Stenbolê belgeyên ku di dosyayê de xwendin û got ku parêzerên Erdoganî 3yê Tebaxê ya 2016yê daxwazname şandine û gotine ku wan giliyê xwe bi paş de kişandiye.
Lê dadgehê derbarê daxwaznameya parêzerên Erdoganî de ti biryar ne girt û nirxandin nekir. Dadgehê bi hinceta ku ne diyar e sûc hatiye kirin an na biryara beraetê da. (EA/FD)