Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn
Ahmet Şik û Murat Sabuncu yên ku di 9ê Adarê de ji girtîgehê derketibûn beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ahmet Şik û Murat Sabuncu yên bi doza Cumhuriyetê têne dadkirin û di 9ê Adarê de ji girtîgehê derketibûn beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê bûn.
Şik û Sabuncuyî daxuyaniya vê hefteyê ya Nobeta Edaletê xwend.
Bixwîne - Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Sabuncu: Hûn ji me re wek nefesekê bûn
“Di hefteya borî de di van sietan de û di demên berê de me her xeyal dikir ku em li vê derê bin.
“Roja ez çûyîm nivîsîngeha rojnameyê jî pêşiyê min dest avêt rojnameya Cumhuriyetê û min li wêneyên we nêrî.
“Hûn ji bo me û ji bo Akin Atayî wek nefesekê bûn.”
Şik: Em di girtîgehê de azad bûn niho serbest in
“Dema hûn ji dewletekê hiqûqê derbêxin, mirov ji tiştê dimîne re nabêjin dewlet mirov dibêjin “çete”
“Em di girtîgehê de azad bûn lê niho bi tenê em serbest bûn.”
(EA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
9 Adar 2018
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir
15 Sibat 2018

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin
11 Çile 2018

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
25 Kanûn 2017

Hûnermend û mafparêzan got: Hûn nikarin Osmanî bikin yekê sûcdar
20 Kanûn 2017
