TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 182
Di çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê de 13 xwendekar hatine desteserkirin
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê îro ji bo nerazîbûna xwe li dijî girtina du xwendekaran nîşan bidin, li pêş zanîngehê kom bûn. Pêş ku xwendekar bikevin zanîngehê polîsan midaxele kir û herî kêm 13 xwendekar desteserkirin. Ji xwendekarên ku Nacî Încî, rektore tayînkirî protesto kiribûn jê du hatibûn girtin.
7 Cotmeh 2021
Dilek Şen
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Abdulrazak Gurnahî
Di sedema xelatdayînê de wiha hatiye gotin: “Ji ber behsa bandorên kolonyalîzmê ya di navbera çandan û parzemînan de û qedera penaberan bêtawîz û bi dilovanî dike.”
7 Cotmeh 2021
“Herî zêde Kurd tên girtin, neheqî herî zêde li jin û rojnamegeran dibe”
Li gorî lêkolîna girtîgehan a KONDAyê, ji sedî 39ê kesên ku tên girtin, kesên xizan in. Neheqî herî zêde li jinan û rojnamegeran dibe.
7 Cotmeh 2021
MHPyê ji bo “rojnameyên ku fonan werdigirin” proje-yasayek amade kiriye
Li gorî proje-yasaya MHPyê, wê Wezareta Karûbarên Navxweyî hemû xebatên rojnameyên ku fonan werdigirin, bişopînin. Ew rojname neçar in ku nûnerekî/e xwe ji bo li Wezaretê were tomarkirin, diyar bikin.
7 Cotmeh 2021
Di lêpirsîna êrîşa nîjadperest a li Konyayê de 2 kesên din girtine
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê malbata Dedeogullari de 2 kesên din hatine girtin. Li Konyayê di encama êrişa nijadperest de 7 kes ji malbatê hatibû qetilkirin.
7 Cotmeh 2021
Meclîsê Peymana Îklîmê ya Parîsê pejirandiye
Civata Giştî ya TBMMyê pêşnûmeqanûna derbarê Peymana Îklîmê ya Parîsê de qebûl kiriye. Tirkiye yek ji wan şeş welatan bû ku peyman nepejirandibû.
7 Cotmeh 2021
RTUKê têkildarî gotinên Başak Demîrtaşê yên li FOX TVyê lêkolîn daye destpêkirin
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) gotinên Başak Demîrtaşê yên li FOX TVyê weke sedem nîşan daye û derbarê FOX TVyê de lêpirsîn daye destpêkirin.
7 Cotmeh 2021
Duh 30 hezar û 438 kes bi Covid-19ê ketine, 236 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 358 hezar û 64 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 438 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 236 kes jî mirine, 312 hezar û 875 doz derzî hatine kirine.
7 Cotmeh 2021
“Di meha Îlonê de herî hindik 175 karker mirine”
Di meha Îlonê de 18 jin û 157 mêr di dema karî de mirine. Jinan bêhtir karê çandinî, tekstîl, çapemenî, perwerde, buro, barkêşî, tenduristî û çendên din dikirin.
6 Cotmeh 2021
Li Tirkiyeyê 3 milyon û 715 hezar û 913 penaxwazên sûriyeyî hene
Rêvebiriya Giştî ya Îdareya Koçberan daneyên rojane yên têkildarî penahendeyên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê ne aşkere kiriye. Bajarên ku herî zêde penahende lê ne Stenbol, Hatay û Dîlok e.
6 Cotmeh 2021
Giliyê parêzerên ku piştgirî dane Malbata Şenyaşarî hatiye kirin
Di 200emîn roja Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî de 200 parêzer ji bo piştgiriyê tevlî çalakiya malbatê bûbûn. Ji wan parêzeran gilî li duyan hatiye kirin.
6 Cotmeh 2021
Dêra Katolîkan a Fransayê: Îstîsmar li 216 hezar zarokan bûye
Mexdûrên îstîsmara zayendî ên Dêra Katolîkan a Fransayê daxwaz kirine ku lêpirsîna mijarê were kirin. Li Dêra Katolîkan ji 1950î û vir ve îstîsmara zayendî li 216 hezar zarokan bûye.
6 Cotmeh 2021
Heta sala 2050î zêdetirî 5 mîlyar mirov wê bi pirsgirêkên avê re rûbirû bimînin
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di rapora xwe ya dawî de destnîşan kiriye ku li ser mijara rêveberiya çavkaniyên avê divê hevkarî were kirin. Her weha rêxistinê gotiye ku di mijara xwegîhandina çavkaniyên avê de zêdeyî 5 mîlyar mirovî wê heta sala 2050î zehmetiyê bikişîn in.
6 Cotmeh 2021
Polîsan bi ser depoyên berhevkarên gilêşan de girtiye
Polîsan li Ataşehîrê, navçeya Stenbolê bi ser depoyên berhekarên gilêşan de girtine û 200 kes desteser kirine.
6 Cotmeh 2021
Dosyeyên parêzbendiyê yên 4 parlamenteran şandine meclîsê
Çar dosyayê parêzbendiyê yên Meral Daniş Beştaş, Huda Kaya û Garo Paylan, parlamenterên HDPê û Salîha Aydenîz, parlamentera DBPyê şandine Serokatiya Meclîsê.
6 Cotmeh 2021
Duh 29 hezar û 802 kes bi Covid-19ê ketine, 228 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 355 hezar û 564 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 802 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 228 kes jî mirine, 332 hezar û 665 doz derzî hatine kirine.
6 Cotmeh 2021
Li Zanîngeha Bogaziçiyê 11 xwendekar hatine desteserkirin
Piştî Serokomar Erdoganî xwendekar kirine hedef, 11 xwendekarên ku xwestine li Zanîngeha Bogaziçiyê perwerde rû bi rû destpê bike û çalakî li dar xistine, li nava kampusê û ji derveyî wê hatine desteserkirin.
6 Cotmeh 2021
Mêran di meha Îlonê de 26 jin kuştine
Mêran di meha Îlonê de tundkarî herî hindik li 65 jinan kiriye, herî hindik 4 zarok kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 13 zarokan kirine, herî hindik 10 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 78 jinan dane kirin.
6 Cotmeh 2021
Evrim Kepenek
Syukuro Manabe, Klaus Hasselman û Gîorgio Parisi bûne xelatgir
Xelata Fîzîkê ya Nobelî îsal di nava Syukuro Manabe, Klaus Hasselman û Giorgio Parisiyî de hatiye parvekirin.
5 Cotmeh 2021
Platforma Zimanê Kurdî dê li Mêrdînê nûnertiyê veke
Platforma Zimanê Kurdî(PZK) bi armanca ku nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike, civînek li dar xistiye. Desteya ku çûye Mêrdînê diyar kiriye ku heta zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.
5 Cotmeh 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo Qetlîama Pirsûsê qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî ew serlêdan qebûl nekiriye ku ji bo rayedarên fermî werin dadgehkirin hatibû kirin. Dadgehê sedemên serlêdanê bi gotina “bêbingeh in” qebûl nekiriye.
5 Cotmeh 2021
DFG: Di meha Îlonê de 50 rojnameger hatine dadgehkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Îlonê de derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li 7 rojnamegeran doz vebûye, li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn û 50 rojnameger hatine dadgehkirin.
5 Cotmeh 2021
Nûçeya bianetê ya astengkirina nûçeyekê hatiye astengkirin
Nûçeya bianetê ya astengkirina nûçeyekê ya derbarê şîrketa bi navê Met-Gun Înşaatê de jî hate astengkirin.
5 Cotmeh 2021
Ajansa Dermanan a Ewropayê doza 3em ya Pfizer/Bîontechê pesend kiriye
Ewropa li dijî şewba Covîd-19ê wê doza 3em ya vaksîna Bîontechê jî bikarbîne.
5 Cotmeh 2021
Li Rihayê 300 karkerên ku li kar hatine derxistin, dest bi nobetê kirine
Li Rihayê Ûgûr Tekstîlê bi hinceta KOD-18ê nêzîkî 300 karkeran ji kar derxistiye. Karkeran li ber kargehê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
5 Cotmeh 2021
Dûaa Mûhammed: “Ji bo xaniyî kirê bikim, ez nasnameya xwe vedişêrim”
Dûaa Mûhammed ji bo perwerdeya lîsansa bilind bike ji Dîlokê hatiye Stenbolê. Lê xwediyê xaniyan ji ber ku ew ji Sûriyeyê ye, xaniyên xwe bi kirê nedane wê. Ew jî neçar maye û careke din vegeriyaye Dîlokê.
5 Cotmeh 2021
Ferid Demirel
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 28 hezar û 810 kes bi Covid-19ê ketine, 248 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 352 hezar û 214 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 810 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 248 kes jî mirine, 411 hezar û 865 doz derzî hatine kirine.
5 Cotmeh 2021
Doza “Bîranîna Qetlîama Roboskiyê” taloq bûye
Ew doza ku ji ber “Bîranîna Qetlîama Roboskiyê” hatibû vekirin, careke din taloq bûye.
5 Cotmeh 2021
Ferhenga Felsefeyê ya bi kurdî çap bûye
Weşanxaneya Nayê Ferhenga Felsefeyê bi kurdî çap kiriye. Ferheng ji aliyê Alî Gurdilî, Felsefevan û Civaknas ve hatiye amadekirin.
4 Cotmeh 2021
Li Kabîlê Talîban û DAIŞê şer kiriye
Li Kabîl, paytexta Afganistanê hêzên Talîbanê êrişî cihê ku endamên DAIŞê lê dihewin, kiriye.
4 Cotmeh 2021
Zarokê ku xwestiye mîha xwe ji çala avê derxe, fetisiye
Dema bav û xwişka zarokê 12 salî dîtine ku di nava avê de diperpite, wan jî xwe avêtiye nava avê. Bav û xwişk paşê ji nava avê derketine û haya ji ekîban ji bûyerê çêkirine.
4 Cotmeh 2021
David Julius û Ardem Patapoutian di beşa tibê de bûne xelatgirê Nobelê
Xelata Tibê ya Nobelê ya 2021an wê bidin David Julius û Ardem Patapoutianî .
4 Cotmeh 2021
1
...
180
181
182
183
184
...
191