* Fotograf: Muhammet Nazim Taşci / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kabîl, paytexta Afganistanê di navbera hêzên Talîban û endamên DAIŞê de şer qewimiye.
Zabîhûllah Mucahîd, Wekîlê Cîgirê Wezîrê Çandê yê Rêveberiya Talîbanê û Berdevkê Talîbanê gotiye ku li 17em Herêma Polîsan a Kabîlê li dijî DAIŞê operasyona hatiye pêkanîn.
Mucahîdî diyar kiriye ku di encama operasyonê de strageha DAIŞê hatiye tekbirin û endamên DAIŞê yên ku li wir bûnin hatine kuştin.
Li gorî nûçeya AAyê kesên ku bûyer dîtine gotine, duh di saetên şeve de li navçeya Hayirhane ya Kabîlê di dema şerê navbera endamên DAIŞê û hêzên Talîbanê de dengê teqînan hatiye bihîstin.
Piştî ku Talîbanê Afganistanê girtiye êrişên DAIŞê zêde bûne.
DAIŞê, piştî ku Talîbanê Afganistan girtiye êrişa xwe ya herî hovane li Balafirgeha Hamîd Karzaî ya Navneteweyî ya Kabîlê pêk anîye. Rêxistinê êriş di 27ê Tebaxê de pêk anîye û di encamê de 13 jê leşkerên Amerîkayê 170 kes mirine.
DAIŞê li Celalabadê di 18 û 19ê Îlonê de êrişeke bombeyi pêkaniye û di encamê de 4 kes mirine.
Di êrişa bombeyi ya li pêş Mizgefta Eîdgaha Kabîlê ku duh êvarê hatibû pêkanîn, 5 kes miribûn. (AS/AY)