Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê(DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê aşkere kiriye. Li gorî raporê 63 rojnameger hê jî girtîne û di Îlonê de 50 rojnameger hatine dadgehkirin.
DFGê di raporê de weha gotiye: “Her meh em xeyal dikin ku zextên li ser rojnamegeran kêm bibin. Lê mixabin her meh binpêkirina mafên rojnamegeran bêtir zêde dibe.”
“ Li Tirkiyeyê hem zext li ser rojnamegeran hene û hem jî dixwazin bi zagonan sansure zêde bikin. Ev hewldana daxwaza sansurê mê dixe nava fikaran. Bi guhertina zagonên berê êdî çapemenî û rojnameger nikarin gotinên xwe bibêjin û binivîsin. Ev guhertinên zagonî yên nû dê bêtir mafê azadiya rojnamegeran bi sînor bike. Tenê di meha Îlonê de 50 rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkirine hatine darizandin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza birîn. Dîsa malperên ajansan hatin astengkirin.”
“Di nava 9 malperên înternetê de ajansa JinNews ku tenê nûçeyên jinan dişopîne, 5 caran hat astengkirin.”
Rapora DFGê ya meha Îlonê wiha ye:
“*5 rojnameger hatine desteserkirin.
*Rojnamegerek hatiye girtin.
*3 rojnameger bi êrîşan re rûbirû mane.
*Di 15 çalakî û bûyeran de rojnamegerên nûçe dişopandin hatine astengkirin.
*Derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
*Derbarê 7 rojnamegeran de doz hatiye vekirin.
* 6 rojnameger hatine cezakirin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza hatiye birîn
* 50 rojnameger ji 33 dosyayan hatine darizandin.
* 2 rojnamegerên girtî mafên wan hatine binpêkirin.
*Li 3 rojnameyan 100 roj cezayê îlan û reklamê hatiye birîn.
* RTUKê li 6 kanalan 7 ceza biriye.
*9 malperên înternetê ji ber 28 nûçeyan hatine astengkirin.
* 7 rojnameger ji kar hatine avêtin.
* Heta 5ê Çiriya Pêşiyê hêj 63 rojnameger girtî ne.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya