DFG: Di meha Îlonê de 50 rojnameger hatine dadgehkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Îlonê de derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li 7 rojnamegeran doz vebûye, li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn û 50 rojnameger hatine dadgehkirin.