Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Stenbolê ji bo protesto kirina êrişa nijadperest ya ku Konyayê pêk hatibû û di encamê de 7 kes miribû, xwepêşandan çêbûbû. Derya Saadet û Ceylan Bûlût, nûçegîhanên Sendîka.Orgê jî ji bo şopandinê li xwepêşandanê bûne û li Kasimpaşayê rastî êrişê hatine. Herdu rojnamegeran têkildarî êrişa li wan hatine kirin, gilî kirine.
Rojnamegeran pêş ku gilî bikin, li ber Edlîyeya Stenbolê ku Çaglayanê ye daxûyanî dane.
Ozge Yûrttaş, Sekretera Giştî ya DÎSK Basin-Îşê, Mûsa Pîroglû, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û gelek rojnamegerên din piştgirî dane daxuyanîyê.
Derya Saadetê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku êrişa pêk hatiye encama polîtikayên desthilatê ye û weha gotiye:
“Piştî çalakiya ku ji bo protestokirina Qetîama Konyayê di saet 19:00ê 31ê Tîrmehê de li Qada Tunelê ya Beyogluyê pêk hatibû, komek çalakvan ber bi Kasimpaşayê ve dest bi meşê kirin. Weke rojnamegeran em jî ji bo şopandina geşedanan derbasî Kasimaşayê bûn.”
“Dema Enes Sezgîn, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê dihat derpkirin, Ceylan Bûlûtê dîmenê wî digirt. Êrişkaran bi dijûnan êrişî Bûlûtê kirin û li serê wê û telefona wê dan. Di vê kêliyê de ekîpmanê Bûlûtê hat şikestin.”
Saadetê weha gotiye: "Rojnamegerî peywireke gelemperî ye. Erka me ya giştî ye ku em li ser kesên ku ji bo lêgerîna mafê xwe dadikevin kolanan, tûndkariya li wan hatiye kirin ragihînin. Rojnamegerî ne sûc e. Êrîş, gef, zordarî wê me asteng neke.”(HA/AY)