Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêvebiriya Giştî ya Îdareya Koçberan hejmara penahendeyên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ne aşkere kiriye. Li gorî daneyên ku Rêvebiriya Giştî ya Îdareya Koçberan aşkere kiriye, li Tirkiyeyê 3 mîlyon û 715 hezar û 913 penahendeyê sûriyeyî hene. Li gorî daneyên sala 2020an li Tirkiyeyê 3 mîlyon û 641 hezar û 370 penahendeyê sûriyeyî hebûn. Li gorî daneyên nûkirî yên dawî 74 hezar û 543 kes zêde bûne.
Hatibû aşkerekirin ku di sala 2014an de milyon û 519 hezar, di sala 2016an de jî 2 milyon û 834 hezar penahendeyê sûriyeyî li Tirkiyeyê bûne.
Her weha Rêvebiriya Giştî ya Daîreya Koçberan bajarên ku herî zêde penaxwaz lê ne jî aşkere kiriye.
Li gorî daneyên rojane 532 hezar û 726 penahende li Stenbolê, 457 hezar û 890 penahende li Dîlokê û 436 hezar û 861 penahende jî li Hatayê ne.
(DE/NÖ/AY)