Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), ji bo rojnameyên ku ji derveyî Tirkiyeyê fonan werdigirin, proje-yasayek amade kiriye. Ger ev proje-yasa qebûl bibe, dibe ku xebatên van rojnameyan werin astengkirin.
Li gorî nûçeya Firat Fistikî ya di malpera Gerçek Gundemê de weşiyaye, ger proje-yasa li Meclîsê qebûl bibe, sazî û kesên rasterast an jî nerasterast fonan ji welatên derve werdigirin, yên bi rêya van saziyan dahatekê bidest dixin, neçar in nûnerê/a xwe li Navenda Biyaniyan tomar bikin.
Rayedarên saziyan, wê mecbûr bin ku serî li Wezareta Karûbarên Navxweyî bidin û zanyariyên nûnerî/ê li sicîla nûnerê/a navenda biyaniyan tomar bikin.
Hemû sazî û kesên li ser navê saziyeke medyayê, li Wezaretê zanyariyên wan hatine tomarkirin, neçar in hemû dokumanên ku Wezaret bixwaze, peyda bikin. Her weha hemû kar û xebatên wê saziyê dê werin tomarkirin û şopandin.
Di proje-yasayê de hatiye diyarkirin ku hemû dokumanên nivîskî û dijîtal ên saziyan, ji bo rayedarên Wezaretê bikaribin lêkolînan li ser wan bikin, divê her gav li ber dest bin.
Di beşa “Berpirsiyariya Agahdarkirinê” de jî hatiye gotin ku divê hûrgiliyên xebatên bi fonên biyaniyan tên kirin, diyar bibin û RTUK wê ji bo vê, rêziknameyekê amade bike.
Yên nekin, wê ceza li wan bibirin
Di proje-yasayê de behsa cezayên girtîgehê jî hatiye kirin. Li gorî xala 5an a vê proje-yasayê, ger saziyên medyayê, nûnerekî/ê li Wezaretê wezîfedar nekin, wê bi cezayê girtîgehê û yê pereyan werin cezakirin. Li gorî vê rewşê, kes û saziyên vê berpirsiyariyê pêk neynin, wê ji du salan heta pênc salan bi cezayê girtîgehê û ji 100 hezar TLyî heta milyonek TLyî bi cezayê pereyan werin cezakirin.
Sazî û kesên van zanyariyan nedin Wezareta Karûbarên Navxweyî jî wê werin cezakirin. Ew kes û sazî, wê ji salekê heta sê salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Piştî komîsyon nîqaşê li ser proje-yasayê bike wê li Cıvata Giştî ya TBMMyê were nîqaşkirin û dengdan. (HA/FD)