TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Ayça Söylemez
Rûpela 2
Dadwerî: Mafekî qanûnî ye ku bêjin polîs “îşkenceyê dikin”
Dadweriya Înfazê sansura nameya parêzer Gokoglû ya ku "polîsan îşkence kiriye û dadweran ev îşkence weke sûc nedîtiye" nirxandiye û biryar daye ku "Di Destûra Bingehîn de azadiya ragihandinê hatiye binpêkirin."
28 Nîsan 2021
Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da û got ku polîsan tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiriye, doz li wan sê polîsan vebûye.
27 Nîsan 2021
HDP: Di xwepêşandanên Kobaniyê de çi qewimîn?
HDPê pêş dadkirina 108 kesan derbarê xwepêşandanên Kobaniyê de kitêbokek bi sernava “ Protestoyên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê / Di rastî de çi qewimîn? Derew û rastî” amade kiriye.
20 Nîsan 2021
“Yên ku tundkarî li wan hat em bûn, divê dewlet bihata dadgehkirin”
Yekem danişîna doza Dayik/Mirovên Şemiyê îro pêk hat ku di hefteya çalakiya xwe ya 700î de polîsan êrîş biribû ser wan. Dadgehkirin wê di 12yê Tîrmehê de dewam bike.
25 Adar 2021
Dadgehekê cezayê girtîgehê li doktorî biriye ku gotibû “Elewî terorîst in”
Doktorê ku ji nexweşekî xwe re gotibû “Elewî li Cemxaneyan reqqaseyan didin lîstin. Hemû terorîst in. Berkin Elvan jî terorîst e” hatiye cezakirin. Dadgehekê bi tohmeta ku “kîndarî û dijminatiyê di nava gelî de çêdike” ceza lê biriye û cezayê wî taloq kiriye.
9 Sibat 2021
Robozik: 9 sal in ku ceza li ti kesî nehatiye birîn
9 sal di ser Qetlîama Robozikê de boriye. Leşkerê di dema bombebaranê de wezîfedar bû, di îfadeya xwe de diyar kiribû ku "wî gotiye, ew qaçaqçî ne", lê bombebaran kiribûn. Digel vê jî, ev 9 sal in ceza li ti kesî nehatiye birîn.
28 Kanûn 2020
Ji ber çalakiya hefteya 700î, doz li Mirovên Şemiyê vekirine
Li dijî Dayik/Mirovên Şemiyê doz hatiye vekirin. Îdianame ji ber zabitnameya polîsan hatiye amadekirin û hatiye îdiakirin ku li gorî Qanûna Civînan û Meşên Xwenîşandanan sûc kirine.
23 Mijdar 2020
DMME: Nabe axavtina Newrozê were cezakirin
DMMEyê di biryara xwe de gotiye ku nabe axavtina Newrozê were cezakirin. Halîl Îmrek ji ber axavtina xwe ya sala 2006an a li Edeneyê hatibû cezakirin.
12 Mijdar 2020
Tiba Edlî gotiye “bi çekan hatiye kuştin” lê îfadeya leşkeran nehatiye standin
Nêrîna Lijneya Pisporan a Tiba Edlî ya deraberê kuştina Kader Ortakayayê piştî 6 salan xistine nava dosyayê. Li gorî vê raporê “Ortakaya bi ‘çekeke enerjiya bilind a kinetik’ ve hatiye kuştin.”
10 Mijdar 2020
Paleyên xwestine yewmiyeyên wan zêde bibin, hatine desteserkirin
Şûbeya Têkoşîna Dijterorê, ji ber belavoka derbarê destheqan de dane paleyan Rêvebirên Komeleya Karkerên Bêewle, desteser kirine. Biryara nepeniyê dane ser dosyeyê.
16 Îlon 2020
DMME: Mafên Ragip Zarakolûyî hatine binpêkirin
DMMEyê biryar daye, ku mafê xweîfadekirinê, azadiyê û ewlekariyê yê Ragip Zarakolû hatiye binpêkirin. Zarakolûyî di doza esasî a Stenbolê ya KCKê de tê dadgehkirin.
15 Îlon 2020
Wezaret dişîne girtîgehê, girtîgeh jî dişîne nexweşxaneyê
Rêveberiya girtîgehê daxwaznameya sewqkirinê ya Akmana rojiya mirinê digire, qebûl nekiriye. Serlêdana parêzeran ji bi gotina “bila ew bi xwe serî lê bide” hatiye redkirin. Akman niha li nexweşxaneyê ye.
7 Îlon 2020
Aytaç Unsal wê dest ji çalakiya xwe berde
Aytaç Unsalê ku piştî Dadgeha Bilind biryara tehliyeya wî daye û ji girtîgehê derketiye, biryar daye ku dest ji çalakiya xwe ya rojaya mirinê berde û were dermankirin.
4 Îlon 2020
Parêzerên di rojiya mirinê de ne nehatine tehliyekirin
Saziya Tipa Edlî a Stenbolê, yekem rapora derbarê parêzerên girtî Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsaliyê ku di rojiya mirinê de ne aşkere kiriye. di raporêde ji bo herduyan jî hatiye gotin “ Rewşa tenduristiya wan ji bo mayîna girtîgehê guncaw nîne.”
30 Tîrmeh 2020
Rê li ber Serokên Baroyan vebûye, wê meşa xwe berdewam bikin
Piştî ku polîsan nehiştin Serokên Baroyan ber bi Enqereyê ve bimeşin, serokan gotin em ê bang li hemû parêzera bikin. Li ser vê daxuyaniyê, rêya çûna wan a ber bi Enqereyê vebûye.
23 Hezîran 2020
DMMEyê ji ber çalakiyên Newrozê Tirkiye du caran ceza kiriye
Tirkiyeyê ji ber daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û beşdariya bernameya Newrozê du kes ceza kiribûn. DMMEyê ji bo serlêdana van her du kesan biryar daye û cezayê pereyan li Tirkiyeyê biriye.
27 Gulan 2020
Dadgeha Destûrî: Nabe ku rêveberiya girtîgehê nameya girtiyî neşîne rêxistineke mafparêz
Dadgeha Destûrî biryar daye ku nabe rêveberiya girtîgehê, nameya girtiyî ya xwestiye ji Komeleya Civaka Sivîl a Di Sîstema Girtîgehan De re bişîne asteng bike.
20 Gulan 2020
Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de ye bûye 29 kîlo
Mîne Koçak, xuşka Mûstafa Koçakê ku 293 roje di rojîya mirinê de ye gotiye: “Doktoran eşkere kiriye, ji ber rewşa tenduristiya wî ya heyî ew nikare birêve biçe. Em nizanin ka carekîn ew dikare birêve biçe, lê grîng nîne. Em wî ji vir bi zindî derxînin bes e.”
20 Nîsan 2020
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo Jêrzemînên Cizîrê qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo Jêrzemînên Cizîrê qebûl nekiriye ku Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Koma HDPyê daxwazname peşkeşi Dadgehê kiribû.
17 Nîsan 2020
Parêzerê stajyer ku gotibû ‘Em diravan nadin’ hatiye desteserkirin
Parêzerê stajyer Yagiz Timoçîn, ji ber gotinên wî yên “Kapîtalîzm ji koronayê metirsîdartire! #Em diravan nadin” bi sucê “ tahrik dike ku qanûnan pêkneyînin” ji aliye polîsan ve hatiye desteserkirin.
9 Nîsan 2020
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Heke vîrus bikeve nav qawîşê di nava yek du saetan de em ê nexweş bikevin”
Girtîyekî ji Girtîgeha Tîpa Tyê ya Bolûyê gotiye ku ji ber qerebalixiya li qawîşê ew nikarin mesafeyê bixin navbera xwe û girtiyên din.
31 Adar 2020
Ji bo Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de ye serî li Dadgeha Destûrî dane
Ji bo Mûstafa Koçakê ku di rojiya mirinê de ye serî li Dadgeha Destûrî hatiye dayîn. Di daxwaznameyê de hatiye gotin ku Koçak rastî îşkenceyê hatiye, rapora wî ya ku dibêje “nikare di girtîgehê de bimîne” jî tevlî daxwaznameyê hatiye pêşkêşkirin.
30 Adar 2020
AYÇA SOYLEMEZ U HÎKMET ADAL JI SER SÎNORÎ RADIGIHÎNİN
“Xeyala çûna Ewropayê” têk çûye, penaber konên xwe radikin
Penaberên ku bi daxwaza çûna Ewropayê hatine Edirneyê, niha konên xwe yên li ber Robara Merîçê radikin.
5 Adar 2020
Ji ber ku “beşdarî civînekê bûye” dixwazin 15 sal cezayê girtigehê bidin sendîkavanî
Di îdianameyê de Nîhat Demîr, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê bi beşdariya “xebatên Meclîsa Ciwanan a HDPyê” tê tohmetkirin. Demîr bi awayekî aktîf beşdarî berxwedana Balafirxaneya 3yem bûbû.
17 Sibat 2020
Dadgeha Qanûna Bingehîn: Dozgeran karê xwe nekiriye
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku di bûyera ku bi fîşeka gazê polîsan welatîyek birîndar kiribûn de dozgeran karê xwe nekiriye.
25 Kanûn 2019
Dadgeha Destûrî: Xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” ne sûc e
Dadgeha Destûrî di biryarekê de gotiye xwendin sirûda “Çerxa Şoreşê” ne sûc e û nabe ceza li kesên ku xwendine bê birîn.
18 Kanûn 2019
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Girtîgeha Wanê, ji bo çûkan seks qedexe ye
Girtîgeha Wanê biryar daye ku çênabe çûkên mê li girtîgehê bêne xweyîkirin, bi tenê çûkên nêr dikarin bêne xweyîkirin.
17 Kanûn 2019
19 kesên ji Doza JÎTEMê dihatin dadkirin beraet kirine
Dadgeha Cezayên Giran a 1. a Enqereyê ji bo 19 kesên ji Doza JÎTEMê dihatin dadkirin biryara beraetê daye.
13 Kanûn 2019
Tirkiye dê tezmînatê bide leşkerê ku bi îşkenceyê hatibû kuştin
Tirkiye dê tezmînatê bide malbata leşkerekê hatî kuştin ê bi navê M.P. Ji beriya 14 salan li girtîgeheka leşkerî leşkerek hatibû kuştin. Bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo malbata wî leşkerî 50 hezar Lîreyên Tirkan ceza dê bê dayin.
27 Mijdar 2019
Parêzeran careke din ji bo Demîrtaşî serî li Dadgeha Bilind daye
Parêzeran, cara 6ê ye ku ji bo Selahattîn Demîrtaşî serî li Dadgeha Destûrî dane. Di daxwaznameyê de gotinên Erdoganî hatine nivîsandin ku gotiye “Em ê hemleya li hember pê bînin û bi encam bikin” û “Em wan bernadin.”
25 Mijdar 2019
DMME: Beşdarîya li merasîmên ji bo mirîyan ne sûc e
DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) eşkere kiriye ku mafên Nejat Ataklayî yê azadîya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Dadgehê lewma 7 hezar Euro cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê biriye.
19 Mijdar 2019
DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ
“Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê binpê kiriye”
Birêvebira berê ya DTPyê (Partiya Demokratîk a Gelî), Hatice Çobanê ji ber axiftineka xwe ji dadgehên Tirkiyeyê ceza standibû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar daye ku mafê Çobanê ohatiye binpêkirin û cezayê pereyî daye Tirkiyeyê.
30 Cotmeh 2019
1
2
3
4
5
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver