* Fotoğraf: Hayri Tunç, Gazete Fersude
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku beşdarî çalakiya Hefteya 700î ya Dayik/Mirovên Şemiyê bûne, doz li 46 kesan hatiye vekirin. Dayik/Mirovên Şemiyê di 25ê Tebaxa 2018an de, ji bo hefteya 700î ya çalakiyên xwe xwestibûn li Qada Galatasarayê ya Beyoglûyê çalakiyekê li dar bixin. Polîsan êrîşî wan kiribû û 46 kes desteser kiribû. Dozgeriyê bi tohmeta ku “bi awayekî dijqanûnî û bêçek beşdarî civîn û meşan bûne û digel hişyariyan belav nebûne” doz li wan vekiriye.
Tekane delîla di îdianameyê de, zabitnameya polîsan e ku roja bûyerê ew zabitname nivîsandine.
Dozger Fatih Donmezî îdianame amade kiriye û ew îdianame ji 7 rûpelan pêk hatiye. Di 5 rûpelan de navên kesên ku doz li wan hatiye vekirin heye, rûpelek zabitnameya polîsan e û rûpelek jî îdiayên dozgeriyê ne.
Dozgerî îdia kiriye:“Komên marjînal bangewazî kirine”
Midûriyeta Emnietê ya Beyoglûyê zabitname amade kiriye û hatiye îdiakirin ku li gel sendika û partiyên siyasî hin “komên marjînal jî” bangewaziya beşdariyê kirine.
Dosyeya parlamenteran veqetandine
Dozgerî derheqê van kesan de doz vekiriye: Koray Çağlayan, Koray Kesik, Leman Yurtsever, Levent Gökçek, Lezgin Özalp, Maside Ocak, Mehmet Günel, Muhammed Emin Ekinci, Ayça Çevik, Besna Koç, Cafer Balcı, Can Danyal Aktaş, Cihan Oral Gülünay, Cüneyt Yılmaz, Deniz Koç, Ercan Süslü, Ezgi Çevik, Faruk Eren, Fecri Çalboğa, Ferhat Ergen, Gamze Elvan, Hakan Koç, Hasan Akbaba, Hasan Karakoç, Jiyan Tosun, Kenan Yıldızerler, Murat Akbaş, Murat Koptaş, Onur Yanardağ, Osman Akın, Özer Oymak, Özge Elvan, Ramazan Bayram, Rüşa Sabur, Sadettin Köse, Adil Can Ocak, Ahmet Karaca, Ahmet Süleyman Benli, Ali Ocak, Ali Yiğit Karaca, Atakan Taşbilek, Ataman Doğa Kıroğlu, Saime Sebla Arcan, Sinan Arslan, Ulaş Bedri Çelik, Volkan Uyar.
Ji ber parêzbendiya wan heye dosyayên parlamenteran ên ku beşdarî çalakiyê bûne, veqetandine.
21em Dadgeha Asliyeya Cezayê ya Stenbolê îdianame qebûl kiriye û çavlirêye di rojên pêş de dadgehkirin destpê bike. (AS/FD)