Fotograf: Ayça Soylemez / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dayik/Mirovên Şemiyê di 28ê Tebaxa 2018an de çalakiya hefteya 700an li dar xistibû lê polîsan êrîşî wan kiribû. Di encamê de bi tohmeta ku “Bêdestûr û bê çek beşdarî meş û civînan li dijî qanûnê bûbûn û digel hişyariyê ji xwe ber belav nebûbûn” li gorî Qanûna Meşên Xwenîşandanê û Civînan doz li wan vekiribûn.
Beriya danişînê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk aniye ku Ayşe Tebe li vir axiviye û gotiye, “Em ê ti carî dest ji qîrîna ku dibêje ‘kurên me li ku ne’ bernedin.”
Bixwîne - Ji ber çalakiya hefteya 700î, doz li Mirovên Şemiyê vekirine
Ozturk Turdogan, Hevserokê Giştî yê IHDyê jî diyar kiriye ku divê doza hatiye vekirin, divê demildest bi beraetê biencam bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di danişînê de parêzerê malbatan û Hev Serokê Giştî yê IHDyê axiviye û wiha diyar kiriye: “Çalakiya bêîteatiya sivîlan a dayikan li Tirkiyeyê çalakiya herî zêde dirêj kiriye. Her weha qad, bûye weke qadeke bîrê. Daxwaza dayikan a dadgehkirina failan mafên wan ên herî rewa û xwezayî ye. Ji ber wê ez dibêjim dadgehkirina wan ne hiqûqû ye”. Ozturk Turdoganî daxwaza beraetê kiriye, lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin.
Duygu Koksal, parêzera Jiyan Tosûnê jî gotiye ku doz li civîn û xwenîşandana aştiyane vebûye. Koksalê her weha diyar kiriye ku midaxeleya di dema bûyerê de li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navnetewî ye.
“Doza şermê ye”
Nîhat Eren, Serokê Baroya Amedê doz bi gotina “Doza şermê ye” penase kiriye û gotiye îdianame di sîstema hiqûqê de divê neyê qebûlkirin.
Di danişînê de Besna Tosûn, keça Fehmî Tosûnê di dema desteserkirinê de winda kiribûn û Gamze û Ozge Elvan, xwişkên Berkîn Elvanê ku di dema berxwedana Geziyê de can dabû, nivîskî daxuyanî dane.
Piştî navberê Sînan Arslanî gotiye, dema ew hatiye desteserkirin tundkarî lê kirine û polîsan dijûn jê re kirine.
Parêzeran xwestina heyeta dadgehê were guhertin lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Ji ber ku ev daxwaz nehatiye qebûlkirin, kesên tên dadgehkirin û parêzer ji salonê derketine. Heyeta dadgehê bêyî ku careke din civînê bide destpêkirin, biryar daye ku dadgehkirin roja 24ê Çiriya Paşiyê dewam bike.
Doz li 46 mafparêzan vekiribûn
Kesên ku doz li wan hatiye vekirin ev in:
Koray Çağlayan, Koray Kesik, Leman Yurtsever, Levent Gökçek, Lezgin Özalp, Maside Ocak, Mehmet Günel, Muhammed Emin Ekinci, Ayça Çevik, Besna Koç, Cafer Balcı, Can Danyal Aktaş, Cihan Oral Gülünay, Cüneyt Yılmaz, Deniz Koç, Ercan Süslü, Ezgi Çevik, Faruk Eren, Fecri Çalboğa, Ferhat Ergen, Gamze Elvan, Hakan Koç, Hasan Akbaba, Hasan Karakoç, Jiyan Tosun, Kenan Yıldızerler, Murat Akbaş, Murat Koptaş, Onur Yanardağ, Osman Akın, Özer Oymak, Özge Elvan, Ramazan Bayram, Rüşa Sabur, Sadettin Köse, Adil Can Ocak, Ahmet Karaca, Ahmet Süleyman Benli, Ali Ocak, Ali Yiğit Karaca, Atakan Taşbilek, Ataman Doğa Kıroğlu, Saime Sebla Arcan, Sinan Arslan, Ulaş Bedri Çelik, Volkan Uyar.
Dosyayên parlamenterên ku wê rojê beşdarî çalakiyê bûbûn, ji parêzbendiyên wan heye, ji yên din cida kirine.
Çi bûbû?
Doz li 46 kesan hatibû vekirin ku di 25ê Tebaxa 2018an de beşdarî çalakiya Hefteya 700an a Dayik/Mirovên Şemiyê bûbûn û di encama êrîşa polîsan de hatibûn desteserkirin. Dozgeriyê bi tohmeta ku “bi awayekî dijqanûnî û bêçek beşdarî civîn û meşan bûne û digel hişyariyan belav nebûne” doz li wan vekiribû.
Tekane delîla di îdianameyê de zabitnameya polîsan e ku roja bûyerê hatiye amadekirin.
Dozger Fatih Donmezî îdianame amade kiriye ku ji 7 rûpelan pêk hatiye. Di 5 rûpelên wê de navê kesên ku doz li wan hatiye vekirin, rûpelek zabitnameya polîsan e û rûpelek jî îdiayên dozgeriyê ye.
Midûriyeta Emnietê ya Beyoglûyê zabitname amade kiribû û hatiye îdiakirin ku li gel sendika û partiyên siyasî hin “komên marjînal jî” bangewaziya beşdariyê kirine. (AS/FD)