Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî ji bo serlêdana Mekî Katar, xwendekarê zanîngehê biryara xwe daye ku ji ber li zanîngehê di dema bîranîna Qetlîama Robozikê sirûd xwendiye ceza lê hatiye birîn.
Dadgehê bi pirdengê biryar daye û girtiye ku bi cezayê girtîgehê yê li Katarî hatiye birîn re, mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.
Di hinceta biryarê de hatiye gotin, peyvên tundkariyê teşwîq nakin, nabe bên cezakirin.
Dîsa hatiye diyarkirin ku nabe her gotinê weke tundkariyê teşwîq dike bê nirxandin.
Çi bûbû
Mekî Katar, xwendekarê pola sêyem ê Beşa Dersdêriya Computerê yê Zanîngeha Înonuyê di 26ê Kanûna Pêşiyê ya 2013ê de beşdarî bîranîn û daxuyaniya çapemeniyê ya li zanîngeha xwe bûbû.
Koma çalakvanan, pankarteke reş bilind kir ku li ser wê wêneyên 34 qurnefîlên spî hebû û bi boyaxa sor gotinên “Em ê Helebçe, Gewer, Robozikê ji bîr nekin” hatibû nivîsandin. Piştî meşê civîna çapemeniyê hatibû lidarxistin.
Polîsan di zabitnameyên xwe de gotibû 44 kesan beriya civîna çapemeniyê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendiye.
Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê li ser vê zabitnameyê lêpirsînek dabû destpêkirin. Di encama lêpirsînê de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” doz li xwendekaran hatibû vekirin. Mekî Katar jî yek ji wan bû. Piştî dadgehkirinê sal û 8 meh cezayê girtîgehê li wan hate birî û aşkerekirina biryarê hate taloqkirin.
1em Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê îtiraza Katarî qebûl nekiribû. Wî jî serî li Dadgeha Destûrî dabû. Dadgehê di 3yê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê de bi pirdengî biryar girt û got ku mafê azadiya xweîfadekirinê ya Katarî hatiye binpêkirin. Dadgehê dosya ji bo Katarî ji nûve were dadgehkirin, şandiye 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê. (AS/FD)