*Fotograflar: Hikmet Adal/Ayça Söylemez
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Penaberên ku li gundê Doyranê yê Edîrneyê ev hefteyeke dixwazin derbasî Yewnanistanê bibin, niha li ser rêya vegerê ne.
Malbatên afganî li ber Robara Merîçê ji bianetê re gotin, ew konên xwe radikin û ew ê vegerin Stenbolê.
Jê pêv nediyar e
Kasim Sobhaniyê afganî got ku hefteyeke ew li ber sar û sermayê ne, bi saya alîkariyan xwarin gihîştiye wan lê niha hêviya wan têk çûye.
Kasimî dixwest biçe Almanyayê lê tirkiya wî têrê nekir ku sedema vê vebêje.
Tevlî Kasimî çar jê zarok û 10 mezin di qefleyê de ne. Çenteyên xwe li milên xwe kirine û amadekariya çûnê dikin.
Wê pêşiyê biçe Uzunkopruyê, lê jê pêv ne diyar e.
“Em kar dikin lê pereyan nadin”
Mita Abbasiyê 19 salî bi qefleyeke din re ye. Afgan e ew jî. Abbasiyî got ew ê vegerin Stenbolê:
“Ev çar meh in ez li Tirkiyeyê me. Beriya ez werim vir li Baybûrtê bûm. Ez li kargeheke tekstîlê dixebitîm. Em sê hefteyan kar dikin lê pereyan nadin, li cihên din jî heman tişt. Me jî xwest em biçin.”
Midûriyeta Rêveberiya Koçberiyê bi wesayitan li nava gondan digerin. Kesên ji ber sermayê xwe avêtine nava mizgeftan kom dikin û wan dibin navenda Edirneyê. Lê derbarê aqûbeta penaberan de ti zanyariyan nadin.
Em ji Doyranê ber bi Saçlimusellimê dibin. Navbera her du gundan 8 kîlometro ye. Li ser rê em rastî penaberan nayên lê li nava gund rastî du qefleyan tên. Nêzîkî 20 kes in. Dest ji “derbaskirina” sînorî berdane.
Kesên di qefleyê de gotin em ê vegerin Edirneyê. Dema me pirsî ku hûn ê herin ku, gotina “Xwedê mezin e” devê wan derket. Saetên sibehê xwestine derbasî aliyê din bibin lê polîsên Yewnanistanê midaxele li wan kiriye û neçar mane bi şûn de vegerin.
Kesên di qefleyê de him bi me re diaxivin him jî ber bi Edirneyê de dimeşin. Ji Saçlimusellimê heta Edîrneyê rê 35 kîlometro ne. Gelek kêm wesayit di vir de derbas dibin. Penaber hewl didin wesayitan bisekinîn. Û vê carê amadekariyê dikin ku di nava Tirkiyeyê de “ber bi hêviyê ve derkevin rê”.