TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Ayça Söylemez
Rûpela 3
Dozgerekî xwestiye 7 sal û nîc cezayê girtinê li Fîkret Başkayayî bê birîn
Dozgerî nêrîna xwe ji bo doza Başkayayî diyar kiriye û xwestiye ku Başkaya li gorî Xala 7/2yê û ji ber tohmeta propagandaya rêxistinê were cezakirin.
10 Îlon 2019
Doza JİTEMê ya Qoserê bi sedema dem di ser re boriye, bi dawî bûye
Di doza JİTEMê ya Qoserê (Kiziltepe) de heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê dem di ser sûcên windakirina di dema desteserkirinê de û kuştina bêdad de derbas bûye û doz bi dawî bûye.
9 Îlon 2019
Parêzerên Demîrtaşî beşdarî danişîna li dadgehê nabin
Parêzerên Demîrtaşî aşkere kiriye ku ji ber ew amadekariyê ji bo danişîna dadgehkirina li DMMEyê dikin beşdarî danişîna dadgehkirina Demîrtaşî ya îro nabin. Parêzer Karamanî gotiye, “Em li bendê ne Daîreya Mezin jî biryara binpêkirina mafan bistîne.”
2 Îlon 2019
Li Rûhayê 12 roj in ku keçeka 15 salî desteserkirî ye
Li navçeya Serêkanîyê ya Rûhayê polîsan bi ser malekê de girtiye keçeka 15 salî digel dê, bav û bira û xuşka wê desteser kiriye.
8 Tîrmeh 2019
Heyeta dadgehê ya doza Çorlûyê dest ji erka dadkirinê berda ye
Heyeta dadgehê diyar kiriye ku ji ber êrîşên beriya danişînê ew weke berpirsiyar tên nîşandan û ew ê ji dest ji erka dadkirinê berdin. Ji bo nirxandina biryara heyeta dadgehê, biryar ji 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Çorlûyê re hatiye şandin.
3 Tîrmeh 2019
DADGEHA DESTÛRÎ
Desteserkirina bi neheqî ya ji bo rojekê binpêkirina mafê azadiyê ye
Ji ber ku rojekê bi neheqî desteserkirî maye, Dadgeha Destûrî biryar daye ku 5 hezar TL pereyan bidin M. Eyî.
20 Hezîran 2019
EREN KESKÎN
Min ti caran nedîtîye ku tûnkarî ev qasê meşrû bûbe
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî duhî “Stratejîya Reformên Dadkirinê” eşkere kiribû. Seroka Komeleya Mafên Mirovan(IHD) bersiva pirsên li ser stratejî da.
31 Gulan 2019
Doza Parêzeran
Dadgehan 159 sal û mehek û 30 roj cezayê girtinê daye 18 parêzeran
Rûniştina sêyem ya dadkirina 20 parêzeran îro li Dadgeha Cezayên Giran a 37. ya Stenbolê hat pêkanîn.
20 Adar 2019
“Biryara Istînafê, dibe ji bo dadkirinên akademisyenan bibe mînak”
Dadgeha Istînafê biryara beraetê ji bo Pişkînê İHDyî daye ku 2 sal û 6 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn. Încî Încesagir, parêzerê Pişkînê got ku “biryara dadgehê dibe ji bo dadkirinên akademisyenan bibe mînak”.
14 Adar 2019
Dadgeha Qanûna Bingehîn: “Mafê xwedaniyê hatiye binpêkirin”
Dema lêpirsîna cezayan dihat kirin, hêzên ewlehiyê dest danîne berhemên tekstîlê yên karsazekî. Dadgeha Qanûna bingehîn diyar kiriye ku “mafê xwedaniyê hatiye binpêkirin.”
13 Adar 2019
Dadgeha Destûrî: Gotina “Polîsên kujer” rexne ye
Dadgeha Destûrî biryar girtiye û gotiye ku xwendekarên di dema desteserkirinê de slogana “polîsên kujêr wê hesabê vî tiştî bidin” avêtine, ne bi armanca heqareta li şexsan lê bi armanca rexneyê ew gotine gotine.
13 Adar 2019
DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ
“Dozên bi awayekê sîstematîk li rojnamegeran tên wekirin ji bo tirsandina wan in”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, îro biryar daye ku seçi be bila ew be, li rojnamegeran bi awayekê sîstematîk vekirina dozan ji bo tirsandina wan e.
12 Adar 2019
Polîsekî heqaret li dersdêrê ixrackirî kiriye, lê dadgehê biryara beraetê ji bo polîsî daye
Polîsê ji ber gotina “li mala xwe alîkarî daye terorîstan” li dersdêrê ixrackirî Engîn Karataşî kiriye dihat dadkirin, beraet kiriye. Polîsekî din bûye şahidê vî polîsî.
7 Adar 2019
Dadgeha Qanûna Bingehîn: Miameleya xerab li zarokên girtî hatiye kirin
Dadgeha Qanûna Bingehîn li ser doza 11 zarokên emrê wan di navbera 16 û 17ê de biryar daye.
1 Adar 2019
Dadgeha Qanûna Bingehîn: Dewlet ne berpirsa bûyerê ye
Dadgeha Qanûna Bingehîn, biryara xwe ya li ser herifîna Bayram Otel a Wanê eşkere kiriye.
28 Sibat 2019
Forensic Architecture-ê rapora xwe ya derbarê kuştina Tahir Elçiyî de aşkere kiriye
Dezgeha bi navê Forensic Architecture-ê dema kuştina Tahir Elçîyî bi metoda dijital a sêber hatiye sêwirandin. Li gorî encamên vê xebatê, derketiye holê ku gumaneke mezin li ser polîsan heye.
8 Sibat 2019
"Qisûra rêveberiyê heye" lê doz li polîsan nehatiye vekirin
Dadgeheke Amedê, derbarê doza tazmînatê ya Hêlîn Şena 12 salî ya ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin de biryar daye. Li gor biryarê divê Wezareta Karê Navxweyî 314 hezar Tlyî bide malbata Şenê. Herweha 3 sal û nîve ku doz li polîsê Hêlîn Şen kuştiye nehatiye vekirin.
23 Çile 2019
Celalettîn Can hatiye desteserkirin
Celalettîn Can, Berdevkê Hewldana 78an, vê sibê li mala xwe hatiye desteserkirin. Ji bo îfadegirtinê wê wî bibin Îzmîrê. Nîmet Tanrikûlûyê got, “heke ji ban li wî bikirana wê biçûya dozgeriyê.”
18 Çile 2019
Dadgeha li Enqereyê biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de qebûl nekiriye
Dadgehê derbarê biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de qebûl nekiriye û gotiye “ev biryar ne biryara dawîn e”. Lê dadgeh wê ji Wezareta Dadê bipirse bê ka ev “biryar biryara dawîn e yan na”. Parêzer Demîrî got, “Biryara tehliyekirinê, misoger e”.
30 Mijdar 2018
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Bila Demîrtaş bê berdan
DMMEyê di biryara xwe de xwestiye ku ji bo dawiyê li rewşa girtîtiyê ya Demîrtaşî bîne, divê hemû tedbîr bên standin. Molû û Demîr, parêzerên Demîrtaşî gotin “Biryar dane ku Demîrtaş ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û divê demildest bê berdan.”
20 Mijdar 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
DOZA ABDÛLLAH COMERTÎ
Dadgehê cezayekî kêmtir li polîsê bertawan biriye
Dadgehê 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li polîs Ahmet Kûşî biriye ku di dema berxwedana Geziyê de bûbû sedema kuştina Abdûllah Comertî. Beriya ku dadgeha bilind biryara dadgehê bi şûn de bişîne, 13 sal û 4 meh ceza li Kûşî hatibû birîn. Kûş nehatiye girtin.
19 Mijdar 2018
DMME wê doza jêrzemînên Cizîrê nîqaş bike
DMME sibê wê derbarê kuştinên di jêrzemînên Cizîrê de çêbûne nîqaş bike ku beriya niha li Tirkiyeyê pêvajoya hiqûqê bê encam mabû. Parêzer Demîrî got, “Sibê li gel bingeha qanûnî ya qedexeyên derketina derve wê bê nîqaşkirin ku gelo li gorî hiqûqê bû yan na.”
12 Mijdar 2018
DMMEyê ji ber gefên li ser Kaboglu û Oranî ceza daye Tirkiyeyê
Ji ber ku kesên bi sedema weşandina Rapora Kêmaran gef li Kaboglu û Oranî xwarine û gotinên nefretê li wan kirine nehatine cezakirin, DMMEyê biryar girtiye ku Tirkiye 7 hezar Euro cezayê pereyan bide.
30 Cotmeh 2018
Dadgeha Destûrî: Mafê azadiya xweîfadekirinê ne mafekî teqez e
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Kaptanê girtî qebûl nekiriye ku derbarê astengkirina mafên wî yên weke xwendina pirtûkan, axavtina bi telefonê û girtina fotografan de bûye.
17 Cotmeh 2018
Girtîgeha Wanê "kitêbên bi şêweyê edebiyata sosyalîstan" qedexe kirine
Girtîgeha Wanê ji bo kitêbekê diyar kiriye ku “ji ber ku bi şêweyê edebiyata sosyalîstan hatiye nivîsîn kitêb qedexe ye.” Dadgeha Cezayên Giran a 1. a Wanê jî biryara girtîgehê pesend kiriye.
11 Cotmeh 2018
Dadgeha Destûrî biryar daye ku “mafê dadkirina serbixwe hatiye binpêkirin"
Dadgeha Destûrî biryara cezayê muebetê ya ku DGMyê ji bo Abdûllah Altûnî daye nirxandiye û biryar girtiye ku “mafê dadkirinê yê li dadgeheke serbixwe û bêalî hatiye binpêkirin.” Li gorî vê biryarê wê Altûn dîsa bê dadkirin.
21 Îlon 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Parêzer Selçûk Kozagaçli dîsa hatiye girtin
Serokê Giştî yê ÇHDyê ji hêla wê dadweriyê ve hatiye girtin ku sê roj berê biryara serbestiyê ji bo wî dabû. Dema biryar hatiye xwendin, polîsan derb li parêzerên Kozagaçliyî dane û ew ji salona dadgehê derxistin.
17 Îlon 2018
Gumanbarê êrîşa Reyhanliyê hatiye girtin
Yûsûf Nazîkê li Sûriyeyê hatiye desteserkirin, di îdianameya êrîşa Reyhanliyê de wiha hatiye nîşandan ku ku kesê wesayit peyda kiriye û ew bombe li wan bar kiriye û ji bo teqandinê amade kiriye. Her weha bi tohmeta ku “ji bo plankirina êrîşê bi Beşar Esad Serokdewletê Sûriyeyê re hevdîtin kiriye” tê sûcdarkirin.
12 Îlon 2018
“Girtîgeh biryara dadgehê qebûl nake”
Şahînkayayî ji Girtîgeha Wanê nameyek şandiye û tê de gotiye, “Ez nizanim wê kengî bê ber destê we…”. Her weha diyar kiriye ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên biryara qedexeyê ji bo wan nehatiye dayin nade wan. Dadgehê biryara dayîna pirtûkan derxistiye lê rêveberî li gorî vê biryarê tevnagere û pirtûkan nade wan.
11 Îlon 2018
Tirkîyeyê ji ber ku ceza daye amadekarê pirtûkekê, ceza xwariye
Tirkîyeyê ceza daye pirtûka bi navê “Kayıpsın Diyorlar(Dibêjin tu winda bûyî)”e. Pirtûk behsa nûçegihanê hatî bêserûşûnkirin yê bi nav Nazım Babaoğlu dike.
4 Îlon 2018
Dadgeh Mafên Mirovan a Ewropayê
Tirkiye sûcdar e, mafê jiyanê binpê kiriye, divê tezmînatê bide
Polîsan welatiyekê bi navê Şiyar Perinçek ê ji Diyarbekirê kuştibû, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Tirkiyeyê “mafê jiyanê binpê kiriye û divê 50 hezar Euro cezayê pereyî bide malbata Perinçekî.
29 Gulan 2018
CPT: Ji bo gilîkirina kiryarên îşkenceyê divê rê bên vekirin
Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê, di rapora xwe ya sala 2017yê de bal kişand ser bêhiqûqiyên li navendên desteserkirinê û girtîgehan û diyar kir ku rê li ber gilîkirina li hemberî kiryarên îşkenceyê bên vekirin.
19 Nîsan 2018
1
2
3
4
5
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver