Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî biryar ji bo serîlêdana Abdûllah Altûnî daye ku ji hêla Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hatibû birîn. Dadgehê li gorî xala 36ê ya Destûra Bingehîn biryar girtiye û gotiye ku “mafê dadgikirinê yê li dadgeheke serbixwe û bêalî hatiye binpêkirin.”
Di heman biryarê de dadgehê xwestiye ji bo encamên binpêkirina mafê dadkirinê li dadgeheke bêalî û serbixwe, divê ji nû ve mehkeme bê sazkirin. Di vê çarçoveyê de wê dosyayê bişîne 6em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.
19 sal in ku girtî ye
Abdûllah Altûn di nava lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a sala 2014ê de ye. Li gorî vê lîsteyê Altûn Nexweşî Ankilozan Spondolit û Fibromiyaljiyê ye.
Altûn wê demê li Girtîgeha Tîpa E a Amasyayê bûye. Beriya wê jî li Girtîgeha Sêrtê bûye û ji bo dermankirinê ew şandine Girtîgeha Amedê. Ji vir jî wî birina Amasyayê. İHDyê daye xuyakirin ku doktorê li Nexweşxaneya Amasyayê gotiye ku ew nikarin wî li vê nexweşxaneyê derman bikin.
DMME: DGM ne serbixwe û bêalî ne
3yê Hezîrana 1999ê, 3yem DGMyê ya Amedê bi tohmeta ku “çalakî ji bo parçekirina beşek xak ji welatî kirine” cezayê muebeta girankirî dabû Abdûllah Altûnî.
Piştî ku Dadgeha Bilind ev biryar erê kiribû, Altûnî bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû.
Di daxwaznameya serlêdanê de hatibû gotin ku di nava heyeta DGMyê de dadwerê leşker hebû û vê jî rê li ber dadkirina serbixwe û bêalî girtiye. Her weha di qonaxa pêşiyê de aliyên parastinê nebûne û îfade di bin fişarê de hatiye standin. Ji ber van sedeman, giliyê dadgehê hatiye kirin.
DMMEyê biryar girtibû ku mafê dadkirina serbixwe û bêalî ya Altûnî hatiye binpêkirin û divê careke din Altûn bê mehkemekirin.
DMMEyê statuya dadwerê leşker ê li DGMyê nirxandiye û gotiye ku ev cûre dadgeh ne serbixwe û bêalî ne.
Dadgehê biryara DMMEyê bi cî neaniye
Li ser vê biryarê Altûnî ji bo ji nû de mehkeme li dar bikeve serî li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daye. Vê dadgehê 10ê Tîrmeha 2013ê daxwaz qebûl nekiriye.
Piştî wê Altûnî serî li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daye û ev serlêdan jî nehatiye qebûlkirin. Piştî van encaman Altûnî 4ê Adara 2014ê serî li Dadgeha Destûrî daye.
Biryara bihincet a Dadgeha Destûrî ya derbarê Abdûllah Altûnî de îro li ser Rojnameya Fermî hatiye belavkirin. Dadgehê biryar di 17ê Tîrmeha 2018ê de dabû. (AS/FD)