Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Operasyonên ku beriya niha bi sê salan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çêbûbûn û biryarên qedexeya derketina derve wê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên nîqaşkirin.
Danişîna dosyaya derbarê Orhan Tûncî de wê sibê (13ê Çiriya Paşiyê) bi rê ve biçe. Orhan Tunç di dema operasyonan de birîndar bûbû û li jêrzemîna ku tê de asê mabû, miribû.
Parêzer Ramazan Demîrî ji bianetê re got ku çêbûna danîşîna derbarê dosyayekê li DMMEyê, bi serê xwe girîng e. Demîrî diyar kir ku sibê li gel bingeha qanûnî ya qedexeyên derketina derve wê bê nîqaşkirin ku gelo ew biryar li gorî hiqûqê bûn yan na, gelo ew hêza leşkerî ya di dema operasyonan de hatiye bikaranîn li gorî hiqûqê bû yan na, gelo di dema operasyonan de ji bo sivîl nemirin tedbîr hatibûn standin an na, lêpirsînên bibandor derdabarê mirinan de hatiye kirin yan na.
Parêzer Ramazan Demîr û Benan Molûyê li ser navê malbata Orhan Tûncî serî li DMMEyê dabûn. DMME her weha wê biryara xwe derbarê serlêdana Omer Elçiyî de jî bide ku bi hinceta di dema qedexeyên derketina derve de mafên wî hatine binpêkirin serî lê daye. Li ser navê Elçiyî parêzer Neşet Gîrasûn û Erkan Şenses wê li dadgehê amade bin.
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine. (AS/FD)