Li Rûhayê 12 roj in ku keçeka 15 salî desteserkirî ye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Serêkanîyê ya Rûhayê polîsan bi ser malekê de girtiye keçeka 15 salî digel dê, bav û bira û xuşka wê desteser kiriye.
12 roj in ku zaroka 15 salî desteserkirî ye.
Serokê BAROya Rûhayê, Abdullah Öncel bi Emniyeta Urfayê re axivîye. Wî ji bianetê re diyar kiriye ku zarok “digel malbata xwe bi sûcê endambûn û alîkarîya rêxistina terorî” hatiye desteserkirin.
Parêzerî diyar kiriye ku bi demekê ev qasê dirêj desteserkirina zarokê ne qanûnî ye.
“Dema ez çûyîm nik zarokê, ew wek tirsîyayî yan dixweya. Dema ku zarokeka 15 salî li hicreyekê 12 rojan tê hiştin divê hesabê travmayê bê kirin.
“Bi awayekê keyfane dema desteserkirinê ev qasê hatiye dirêjkirin. Wexta dema desteserkirinê tê dirêjkirin jî divê parêzer hazir bin. Bêyî hatina parêzeran dayina vê biryarê ne qanûnî ye.
Zaroka desteserkirî ji parêzerî re gotiye polîsan ji hev re gotiye:
“Ev terorîst e. Bavê wê jî terorîst e. Ji ber wê hatine desteserkirin.”
(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
