Parêzerên di rojiya mirinê de ne nehatine tehliyekirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Tîmtîkê û Unsalî vê sibehê piştî encama raporê aşkere bûye ji bo serbest berdana miwekîlên xwe serî 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dane. Her weha ji bo serbest berdana herdu girtiyan parêzerên ji derveyî Tirkiyeyê 152 daxwazname û li Tirkiyeyê jî bi dehan parêzeran daxwazname nivîsandibû. Parêzerên Tîmtîkî û Unsalî ev daxwaznameyana jî pêşkeşî dadgehê kirine.
Dadgehê jî daxwaza serbest berdana herdu parêzerên girtî nirxandiye û biryara girtî mayîna wan daye.
Unsal 179, Timtik jî 210 roje di rojiya mirinê de ne.
37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê daxwaza parêzerên girtî Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsaliyê ku di rojiya mirinê de ne qebûl kiribû ku li Saziya Tipa Edlî bên mûanekirin ka dikarin di vê rewşê de di girtîgehê bimîne yan na.
Pisporên Tipa Edlî yên ku tenduristiya Tîmtîkê û Unsalî kontrol kiriye, derbarê rewşa wan de rapor nîvisandine û gotine, “ Rewşa tenduristiya wan ji bo mayîna girtîgehê guncaw nîne.”
Herdu parêzer di doza Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) de tên dadgeh kirin. Dosya wan li 16em Daîreya Cezê a Dadgeha bilind, di lêkolînê de ye.(AS/AY/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
