Saziyên Kurdî: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bernedin
Sazî û komeleyên kurdî ji bo desteserkirina rojnameger, zimannas, şanoger, parezer û siyasetmedarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî pertek nîşan dane û gotine, “Çawa ku ev cure operasyonên qirkirinê bi tu awayî bi ser neketine, berevajî wê yekê, têkoşîna gelê Kurd a ji bo maf û azadiyê xurttir kiriye, ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve.”