Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin
Li Stenbolê di serdegirtinan malan de 7 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin.

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daye destpêkirin de serê sibehê li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a HDPa Stenbolê ve girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de Endama Meclisa Partiyê ya HDPê Livan Orman, Hevserokê Rêxistina HDPa Navçeya Bahçelîevlerê Orhan Ozoner, Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Medrîn Bor, Mehmet Salîh Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr hatine desteserkirin.
Hatiye diyarkirin dibe ku hejmara desteser kiriyan zêde bibe. Ciwanên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Stenbolê. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.