Li Stenbol û 10 navçeyên wê serdegirtinên li dijî avahiyên HDPê

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Tîmên taybet duh êvarê saet 03:00an de li Beyoglu Tarlabaşiyê avêtin ser avahiya HDPê ya Stenbolê.
Bi sedan polîsan bi piştgiriya helîkopterê bi ser avahiyê de girtin û bi saetan li avahiyê lêgerîn kirin. Polîsan ewil kolanên derdora avahiya HDP'ê ji ketin û derketine re girtin. Pişte derî şikandin û ketin avahiyê Polîsan ji saet 03.00'an heta 08.00'an li avahiyê lêgerin kirin û piştî hemû alav belav kirin ji avahiya partiyê derketin.
Avahiyê bela wela kirin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê polîsan hemû zexîre û alîkariya ji bo Nisêbinê hatiye komkirin jî belav kir.
Li odeyên din jî ji bilî ansiklopediya Dîroka Osmaniyan hemû pirtûk avêtin erdê û belav kirin.
Hemû xwarin û amûrên li kîlerê belav kirin û şikandin.
Bi ser avahiyên li 10 navçeyan de jî girtin
Polîsan di heman saetê de bi ser avahiyên li navçeyên Beyoglu, Esenyurt, Sultangazi, Bahçelievler, Bagcilar, Avcılar, Arnavutkoy, Başakşehir, Esenler û Gaziosmanpaşa de jî girtin û herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Erbaş: Ya ku dikin ne lêgerîn e, êriş e
Hevserokê HDPê yê Stenbolê Dogan Erbaş, êrîş şermezar kir û diyar kir ku ev ne lêgerîn e, ev êriş e û dixwazin bi vê êrişê çavê me bitirsînin.
Dogan, helwesta medyaya desthilatdar jî şermezar kir û got: "Medya hawiz gotin Bêtêl û Jammer hat dîtin. Ev hemû derew û bêbextî ye. Teqez tiştekî wisa tune û dixwazin lêgerîna polîsan rewa bidin nişan. Bi tu awayî lêgerîna polîsan ne li gorî zagon û hiqûqê ye. "
(HK/YO)