Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HDP û HDK li ber avahiya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) ku avahiya rojnameya Ozgur Gundemê jî li heman kolanê de ye, serdegirtina li dijî Ozgur Gundemê şermezar kirin.
Eylemde Mucadele Birligi, Halkevleri û Partiya Tevgera Kedkaran jî beşdarê çalakiya şermezarkirinê bûn.
Di çalakiyê de diruşma ‘Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’ hat berzkirin.
Erbaş: Ev yek rûreşiya dîroka çapemeniyê ye
Hevserokê HDPê ya Stenbolê Dogan Erbaş di axavtina xwe ya li çalakiyê de got: ‘Îro çend mêtro dûrê me skandalek tê kirin. Ew biryara girtina rojnameyê ku di çarçoveya OHALê de hatiye dayîn, rûyreşiya dîroka çapemeniyê ye.’
‘Çapemeniya Azad xerîbê girtin û qedexekirinan nîn e. Em ê sibê bi hêztir dîsa li vir bin. Em ji wan kesên ku dixwazin dengê rastî yê qut bikin re wiha dibêjin: Hûn bi qesra xwe, bi dadgehên xwe çiqas zext û zordarî bikin jî, çapemeniya azad bi ti awayî bêdeng namîne.’
Oruç: Em ê hesabê vê yekê bipirsin
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê Saruhan Oruç destnîşan kir ku biryara girtina rojnameyê bêyî hincet û bêbingeh e û wiha got: ‘Em bi riya hiqûqê hesabê vê yekê ji wan bipirsin.’
Oluç bal kişand ser dîroka Ozgur Gundemê û bibîr xist ku di salên 90î de ew rojname gelek caran hatiye girtin, gelek rojnamegerên wê hatine qetilkirin û got: ‘Yên ku hatin kirin nekarî Ozgur Gundemê bêdeng bike.’
Hevberdevka HDKê Gulistan Kiliç Koçyigit jî di axavtina xwe de ragihand ku eger hewldana derbeya 15ê Tîrmehê serkeftî bibûya wê dîsa heman tişt li hemberê wan bihata kirin û wiha got: ‘Tişteke ku hatibe guhertin nîn e. Di 15ê Tîrmehê de belayeke mezin hat devkirin. Lêbelê mixabin îktîdara heyî wê yekê ji re kire derbeyeke nû û li ser me pêk tîne.’
Koçyigitê diyar kir ku hiqûq ji her kesan re pêwist e û wiha got: ‘Em bi tevahî ber bidin û van rojên reş ronî bikin.’
Aktan: Demokrasiya behsê dikin di piratîkê de nîn e
Seroka EHPê ya Stenbolê Ozge Aktan jî di çalakiyê de axivî û got: ‘Rojê sed car peyva demokrasiyê bi kar tînin lê em di pratîkê de ti tiştekê nabînin.’
“Li welêt li hemberî muxalifan hewldanên fetisanê tên kirin. Em ê di serdemê de li gel xebatkarên çapemeniya azad ku rastî zext û zordariyan tên re berxwe bidin.”
Uyanik: Ozgur Gundem wê sibê bigihije zêdetirî kesan
Ji Halkevleriya (Malagel) Stenbolê Cîhan Uyanik jî got: ‘Fetullah Gulen û Tayyip Erdogan heta duh li gel hev welêt birêve dikir.”
“Bila ji bo wan kesên ku dixwazin çapemeniya azad bêdeng bihêlin re wed be ku wê Ozgur Gundem sibê bigihije zêdetirî kesan.”
Oral: Çapemeniya şoreşger bêdeng nabe
Ji Yekîtiya Têkoşînê (Mucadele Birligi) Ozlem Oral jî di axavtina xwe de bibîr xist ku beriya niha jî bi ser Ozgur Gundemê de girtibûn û got: ‘Çapemeniya şoreşger bi ti awayî bêdeng nabe.”
Piştî axavtinan çalakî bi dawî bû.
(EA/YO)