Li Cizîrê polîsan bi ser avahiya HDPê de girtin
Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDPê ya Cizîrê, navçeya Şirnexê de girtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê sibehê polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê serdegirtina avahîyê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê daye destpêkirin de ye pêk hatiye.
Derbarê hûrguliyên serdegirtinê ango lêpirsînê de agahiyên zêde nehatin bidestxistin.
Di serdegirtina avahiyê de polîsan dest danîn ser pirtûka lêkolînê ya qala dorpêça Cizîrê, kompîter û wêneyê Mazlum Dogan.
Piştî lêgerîna bi seatan polîs ji avahiyê derketin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.