Polîsan duh sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve girtin.
Di serdegirtinan de dest danîn ser pirtûk, kovar, hard-diskan. Li ser dosyayê biryara nepeniyê heye û hevdîtina bi parêzeran re hatiye sînordarkirin.
Polis, Payîz Pirtûk'ta 409 kitap, 144 dergi ve gazeteye el koydu
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsînê de li Stenbolê Şehrîban Ayluçtarhan û li Amedê jî Niştiman Gul jî hatine desteserkirin. Hejmara kesên hatin desteserkirin derket 25an.
Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
Kesên hatine desteserkirin wihane:
“Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guneylî, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn, Mustafa Açmaz, Hasan Gorpinar, Şehrîban Ayluçtarhan û Cîhat Çagrici.”