Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîz Pirtûkê de girtin.
Dîlan Guvenç: Qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan dibe sedema travmayên giran
23 Îlon 2024
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek xebatkarên MED-DERê hatine desteserkirin. Li avahiya MED-DERê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.
MED-DER bi salane li Amedê dersên zimanê kurdî dide.
Mêrdîn
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan vê sibê bi ser gelek malan de girtin. Rêveberên HDPê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Mêrdînê.
(TY/AY)