Sala nû ya xwendinê di 9ê Îlonê de dest pê kir. Bi milyonan zarokên ji gelên cuda, bi taybetî zarokên kurd, îsal bêyî ku perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî bibînin, pêşwaziya sala nû ya xwendinê dikin. Kursên bijarte yên ku bi kurdî û zimanên din tên pêşkêşkirin, ji ber nebûna tayînkirina mamosteyan û hejmara qursan tên rexnekirin.
Dîlan Guvenç ku ev nêzî 14 sal in di warê zimanê zikmakî, mafên jinan, mafên zarokan û mafên penaberan de mamostetiya xwebexş dike û her weha bi rêxistinên sivîl re kar kiriye.
Guvenç ji sala 2021ê vir ve li Komeleya Lêkolînenên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) dixebite.
Guvençê têkildarî mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, rewşa ziman û xwendekarên Kurd bi bianet kurdiyê re axivî.
“Salane 2 hezar kes perwerdehiya ziman dibîne”
Guvençê têkildarî xebatên MED-DERê diyar kir ku bi taybetî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî xebatên hişmendiya ziman li dar dixe. Bi tevlêbûna bi rêxistinên saziyên sivîl ên herêmî re xebatên parastina zimên dike. Di qada neteweyî û navneteweyî de xebatên xwe dimeşîne. Li dijî astengiyên li ser zimanê kurdî kampanyayên ji bo statûya zimanê kurdî polîtîkayên zimên ava dike.
Her weha Guvençê got: “MED-DER her serdem bê navber atolyeyên zimanê kurdî li dar dixe û salane 2 hezar kes perwerdehiya ziman dibîne. Ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî, bi mamosteyên ku di warên xwe de pispor in, atolyeyên cuda li dar dixe. Li ser wêjeya kurdî, ji atolyeyên xwendin û nivîsandina kurdî bigire heta atolyeyên axaftinê û li ser pêşxistin û parastina zimanê kurdî gelek atolyeyan li dar dixe.”
“Qedexekirina kurdî binpêkirina mafan e”
Guvençê bal kişand ser qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanê kurdî û wiha got: “Di her qadê de dibe sedema ku zimanê kurdî kêm tê bikaranîn û dibe sedema binpêkirina mafan. Kurd li vî welatî ji ber ku xizmetên tenduristiyê bi zimanê xwe yên dayikê nagirin, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Ji ber ku gelek kes nikarin nexweşiya xwe bi zimanê xwe bînin ziman, teşhîs zehmet dibe û ev jî dibe jiyana xwe ji dest didin. Ew di raporên odeya bijîşkan de heye. Di qada perwerdeyê de qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê bi taybetî di zarokan de dibe sedema travmayên giran. Ji pêşketina wan a akademîk bigire bi her awayî bandorek neyînî derdixe holê.”
Dirûtiya dewletê
“Berî her tiştî em dixwazin bînin ziman ku dersên bijarteyên kurdî ji bo zarokên kurd wek binpêkirina mafên wan dibînin. Divê tu zarok ji bilî zimanê xwe yê dayikê bi zimanekî din neyên darê zorê û mafên bingehîn nebin bijarte. Bi dersên bijarte yên kurdî jî taktîka dewletê ya xapandinê ye. Di raporên Eğitimsenê de jî tê gotin, dersên bijarte yên kurdî nayên pratîkkirin. Tevî ku bi hezaran zarok dersa bijarte ya Kurdî hildibijêrin jî, em şahid in ku midûrên dibistanan bi awayekî keyfî serlêdanan asteng dikin û wan wekî kêm nîşan didin. Di heman demê de bi hezaran kesên ku di zanîngehan de beşa zimanê kurdî qedandine jî nayên tayînkirin. Di vir de jî em dirûtiya dewletê dibînin.”
Kurd jî wek welatiyên vê dewletê li ser esasê hemwelatîbûna wekhev perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Ji bo mirovahiyê şerm e ku bi dersên hilbijartî fêrî zimanê dayikê bibe.
“Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye”
Dîlan Guvençê diyar kir ku wan raporek bi navê "Ezmûna Perwerdehiya Kurdan bi Zimanê Dayikê li Tirkiyeyê" amade kiriye û derbarê raporê de weha pê de çû:
“Di rapora xwe ya bi navê “Li Tirkiyayê Ceribîna Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê ya Kurdan lêkolîneke ye ku di pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2014-2016an de li Tirkiyeyê cerîbîna perwerdeya bi zimanê dayikê ya kurdan agahî dide. Di vê raporê de Kurdan di çarçoveya xebatên perwerdehiya zimanê dayikê de li sê cihên pîlot ên Amed, Wan û Cizîrê dibistanên bi Kurdî vekirin. Ev dibistan bi rêya şaredariyên HDPê yên wê serdemê, Kurdi-Der, Egîtîmsen û protokola walîtiyê hatin bicihanîn. Di destpêkê de dewletê dibistanan girtin, lê piştî muzakereyan dibistan hatin vekirin. Bi taybetî di van dibistanan de me hewl da ku ji serpêhatiyên mamosteyan der barê pêvajoyê de ji pêşketina psîkososyal a zarokên kurd heta serkeftina wan a akademîk agahiyan bigirin. Van serpêhatiyan derxist holê ku çima perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn e.”
“Divê kurd heta ku zimanê wan bibe fermî, têbikoşin”
“Em hîn bûn ku zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dibînin, bi xwebaweriya wan zêde dibe, serkeftina wan a akademîk zêde dibe û gelek pirsgirêkên derûnî û sosyolojîk bi ragihandina xwe ya bi bandor û rast ve digihêjin xwe. Ji ber ku ev raporek lêkolîna qadê ya berawirdî ye, li gorî agahiyên ku me di derbarê çavdêriyên mamosteyên ku bi zimanê fermî ders didin de gelek agahî girtin, di agahiyên wan ên derbarê zarokan de gelek encamên neyînî yên wekî îzolasyon, dûrxistin, bêbawerî, paşveçûn di serkeftinên akademîk de, hatin dîtin. Û gelek zarok ji dibistanê berdidin û ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar tên hiştin. Di raporê de hate eşkerekirin ku bi taybetî zarokên Kurd dema ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin serkeftinên wan zêdetir dibin û adaptasyona wan a dibistanê hêsantir dibe. Ji bo astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê ku mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye divê di qadên neteweyî û navneteweyî de bê parastin.”
“Divê kurd heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bibe têkoşerê zimanê xwe.”